Ji doktorê Swîsreyî ji bo Kobanê alîkariya watedar

Doktor Eberhard Rîechers ê li bajarê Bîel ê Swîsreyê dijî, wesayîta xwe ji bo Kobanê bexşand.

Doktor Eberhard Rîechers ê li bajarê Bîel ê Swîsreyê dijî, wesayîta xwe ji bo Kobanê bexşand.

Berxwedana YPG/YPJ'ê ya li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê tê dayîn, li gelemperiya cîhanê deng vedide. Di heman demê de, di çarçoveya kampanya ji nû ve avakirina bajêr de alîkarî tên.

Dr. Eberhard Rîechers ê li bajarê Swîsre Bîelê dijî, bi bandora berxwedana Kobanê re ji bo destekê bide ji nû ve avakirina bajêr, wesayîta xwe ji bo bişîne kobanê, radestî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kir.

Dr. Rîechers bi rêveberên navendê re têkilî danî û anî ziman ku berxwedana Kobanê bandoreke mezin li wî kiriye û li gorî derfetên xwe wî xwestiye bi vî rengî alîkariyê bike.

Dr. Rîechers girîngiya berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja mirovahiyê anî ziman û ji bo destekirin ji nû ve avakirina Kobanê, bang li her kesî kir.

Ji ber şandina wesayîta Dr. Rîechers ji bo Kobanê zehmet e, rayedarên navendê wê wesayîtê bifiroş in û pereyê jê bê, ji bo ji Kobanê re were şandin radestî Heyva Sor a Kurdistanê bikin.

 

...