Ji dikandarên Rihayî îsyana 'AKP'ê derabeyên me daxist'
Dikandarên Rihayê ku ji aliyê namzetên HDP'ê ve hatin ziyaretkirin gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi mehan e ew nikarin kar bikin.
Dikandarên Rihayê ku ji aliyê namzetên HDP'ê ve hatin ziyaretkirin gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi mehan e ew nikarin kar bikin.
Dikandarên Rihayê ku ji aliyê namzetên HDP'ê ve hatin ziyaretkirin gilî û gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bi mehan e ew nikarin kar bikin.
Namzetên HDP'ê yên Rihayê, dikandar ziyaret kirin û destek ji wan xwestin. Di serdanê de namzetên HDP'ê Osman Baydemîr, Dîlek Ocalan, Leyla Guven, Hadle Ûgûr, Rasîm Çakmak, Ziya Çalişkan, Yasîn Batan û Serhat Dîcle Yuksel amade bûn.
Namzetên HDP'yî li Gumruk Han û Meydana Haşîmiyeyê ji aliyê dikandaran ve bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Namzetan bi şêniyên herêmê re rûniştin, çay vexwarin û dame lîstin. Dikandaran pirsgirêkên xwe bi HDP'yiyan re parve kirin û bi namzetan re sohbet kirin.
Dikanarekî, ji ber kêmbûna kar gilî û gazin kir û li ser vê yekê namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Rihayê Osman Baydemîr got, "Êdî dikandar nemaye, ji ber ku ev aborî li ser rantê hatiye rûniştandin. Dewlemend bêhtir dewlemend dibe. Yekane cihê hesabê vê lê were pirsîn sindoq e."
Li Meydana Haşîmiyeyê jî dikandar bi awayekî komî li benda namzetan sekinînin û HDP'yî bi çepikan pêşwazî kirin. Dikandaran gotin "Me par neheqî li we kirin, êdî bes e. Van bişînin. Wellehî me hînê sîfteh nekirine. Ev sê meh in bi vî rengî ye. Em ji hevalên xwe deyn distînin, nikarin bidin. Dema roja Şemiyê em diçin malê di pêrîka me de 10 TL dimîne. Em dikandar, qediya ne. Êdî bes e, ancax hûn dikarin me temsîl bikin. Par li hemberî we dest bi kampanya reşkirinê kirin, gotin wê derabeyên dikanan bigirin, niha derabe vekirîbin çi feyde. Hemûyê bê girtin."
Dikandarekî din jî got, "Ev 12 sal in AKP'ê re dixebitim, îsal ez ê ji we re bixebitim. 12 parlamenter li Meclîsê hene, pêşniyarnameyeke yekî ji wan jî nîne. Îsal dixwazim dengê we bidim we."
'ME BERÎ SALEKÊ HIŞYARÎ DABÛN'
Osman Baydemîr jî got, "Înşalleh em ê jî hêjayî we bin. Ya esasî gel bi xwe ye. Şaredarî, parlamenterî demkî ne. Ya esîl hûn in, xwediyê vî bajarî hûn in. Wezîfeya me pêkanîna aştiyê ye, ji ber ku di aştiyê de xêr heye, pêşketin heye. Me berî salekê gotin; Rihaya me li navenda şer bicih dikin. Mixabin me bi têrkerî nekarî dengê xwe bidin bihîstin. Berê derî vekirîbûn, telkarî, zîv, zêr dihatin vê derê. Niha mirov ji bo rûmeta xwe rizgar bikin direvin û tên. Eger bi vî rengî dewam bike, mixabin Riha wê hîn bêhtir neçarî namerdan bimîne" û destnîşan kir ku hesabê mafê sêwiyan ancax li ser sindoqê dikare bê pirsîn.
Yek ji dikandaran jî, guleke bi destan çêkirî ku got ji Kobanê aniye, diyarî Baydemîr kir û Baydemîr jî spasiyên xwe pêşkêş kir.