Ji Desteya Bilind bo Artêşa Azad: Destê xwe dirêjî Kurdan neke

Ji Desteya Bilind bo Artêşa Azad: Destê xwe dirêjî Kurdan neke

Endamê Desteya Bilind Nesreddîn Îbrahîm, ji Artêşa Azad xwest ku destê xwe dirêjî herêmên kurdan neke û riya diyalogê esas bigire. Îbrahîm, li ser daxuyaniya YPG'ê ku gotibû tiliya hinek aliyên kurd di êrîşên li ser kurdan heye jî got ku heke tiştek wisa hebe, ew ê wekî Desteya Bilind li ser bisekinin.

Piştî ku derket holê di êrîşên li dijî Taxa Eşrefiye ya Helebê de, tiliya hinek aliyên kurdan heye, nerazîbûn û nîqaş jî zêde bûn. Di serî de gelê Rojavayê Kurdistanê hemû sazî û dezgehên kurdan nerazîbûna xwe li dijî van aliyan anîn ziman û banga parastina nirxan kirin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku wekî hêza parastina Rojavayê Kurdistanê hate îlankirin û di bûyerên dawî de jî herêmên kurdan parastin, bang li partiyên kurdan û bi taybetî jî Desteya Bilind a Kurd kir da ku helwesta xwe aşkera bike. Li ser vê daxuyaniyê gelek rêxistinên kurdan jî daxuyanî dan. Endamê Desteya Bilind a Kurd û Serokê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Nesreddîn Îbrahîm û Serokê Encumenî Niştimanî Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yusuf jî nêrînên xwe ji ANF'ê ve anîn ziman.

NESREDDÎN ÎBRAHÎM: DERDORÊN JI REWŞA KURDAN ACIZ IN HENE

Endamê Desteya Bilind Nesreddîn Îbrahîm, destnîşan kir ku bûyerên li Eşrefiyê çêbûne, ji aliyê hinek derdorên ku dixwazin kurdan ji vê rewşa heyî bikişînin nava rewşek din, hatine pêk anîn. Îbrahîm, ketina Taxa Eşrefiye ya komên çekdar bi tundî şermezar kir û got: "Diviyabû ku derbasî wir nebibûna, ji ber ku ew cihekî aramî ye. Ji xwe me wekî Desteya Bilind daxuyanî da û şermezar kir. Em dixwazin pirsgirêk bi diyalog û dîplomasiyê bêne çareserkirin." Nesreddîn Îbrahîm, ji Artêşa Azad jî xwest ku destê xwe dirêjî deverên kurdan nekin.

Îbrahîm, ji hêzên kurd jî xwest ku di nava yekîtiyê de tevbigerin û wiha dom kir: "Divê em yekîtiyek netewî ava bikin û li hemû herêmên kurdan di nava yekîtiyê de bin, di vê çarçoveyê de pêngavan bavêjin." Îbrahîm, bal kişand ku ji mêj de hinek hêzên tarî yên ku ji bejewendiyên kurdan, yekîtî û destkeftiyên kurdan aciz in, di nava Artêşa Azad de hene û ev hêzên hanê dixwazin kurd li Sûriyeyê vê ji fisenda zêrîn feyde negirin.

Îbrahîmî, li ser daxuyaniya YPG'ê ku gotibû tiliya hinek aliyên kurd di êrîşên li ser kurdan heye jî got ku heke tiştek wisa hebe, ew ê wekî Desteya Bilind li ser bisekinin. Îbrahîm got ku divê divê di destê wan de belge û qanit jî hebin. Îbrahîmî daxuyaniya YPG'ê ya derbarê bûyerên Kobanê jî wekî "berpirsyariyek mezin" nirxand û got ku ew jî dê weki Encumenî Niştimanî Kurd jî van mijaran binirxînin. Îbrahîm, got ku ew dixwazin pirsgirêk bi riyên aştiyane bêne çareserkirin. Îbrahîm, ani ziman ku ew dixwazin yekîtiya kurd ava bikin û Desteya Bilind di hemû qadan de wekî îradeya gel nîşan bidin.

FEYSEL YUSUF: DIVÊ EM NÊRÎNÊN XWE BIKIN YEK

Serokê Encumenî Niştimanî Kurd Feysel Yusuf jî, da zanîn ku li Sûriyeyê ji bo daxwazên gelê kurd fersendek mezin derketiye holê, ji bo yekîtiyê pêngavên girîng hatine avêtin û wiha dom kir: "Peymana Hewlerê nîşan da ku miletê me yek e. Lê ev peyman wekî ku miletê me dixwest pêk nehat. Buyerên dawî yên li Helebê nîşan didin ku em beşek girîng a şoreşa Sûriyeyê ne.

Artêşa Azad li dijî rejîmê ye, lê em nikarin bêjin ku temamî Sûriyeyê temsil dike. Em jî beşek girîng a li diji rejîmê ne. Divê em karibin nêrînên xwe bikin yek da ku di şoreşa Sûriyeyê de cihê xwe bigirin. Dive îro Desteya Bilind ji her demê zêdetir yekîtiya miletê kurd biparêz e."

Yusuf, diyar kir ku Encumenî Niştimanî û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya peymana Hewlêrê de daxwaza mafên kurdan dikin, lê yên li derveyî vê mane hene, wiha pê de çû: "Divê em li ser bisekinin da ku yekîtiya me xurt bibe. Her wiha di Sûriyeya demokratîk de cihê xwe bigirin. Em li ser dikesekinin ka dê pêşiya vana çawa bigirin. Çawa yekîtiya xwe xurt bikin. Em dixwazin nîşan bidin ku em jî beşek ji şoreşa Sûriyeyê ne. Ger ku em yek bin, em nahêlin hêzên bi vî rengî tiştekî bikin."