Dayikên Şemiyê di çalakiya lêgerîna edaletê ya hefteya 541'emîn de li hemberî terfîkirina Musa Çîtîl ê têkildarî qetilkirina 13 welatiyan hate darizandin bi gotina "Ev terfîkirin li dijî hêviyên me yên edalet û aştiyê darbeyek e" nerazîbûn nîşan dan.
Dayikên Şemiyê yên her hefte ji bo aqubeta xizmên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin bipirsin cara 541'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di çalakiyê de parkarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hate vekirin û dayikan wêneyên windayan û qurnefîlên sor hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de dayikan aqubeta Suleyman Cîhan ê 29'ê Tîrmeha 1981'an hate windakirin hate pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. Hevberdevka HDP'ê Sebahat Tuncel jî piştgirî da çalakiya vê hefteyê.
'AŞTÎ, AŞTÎ, AŞTÎ'
Muzaffer Yedîgol ê birayê Nurettîn Yedîgol ê di bin çavan de hate windakirin ewil axivî û diyar kir ku ev 35 sal in li edaletê digerin û ev têkoşîn ji bo ku kesên din êşan nekişînin e. Yedîgol bal kişand li ser piştî ku polîtîkayên neçareseriyê kete dewreyê pêvajoya pevçûnê destpê kir û li hemberî gotinê Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên "Em ji bo fedakirina zarokên xwe amade ne" nerazîbûn nîşan da û wiha got: "Ne leşker, ne gerîla, ne bila zarokên me bimirin. Êdî bila ti kes nemirin. Am dibêjin aştî, aştî, aştî. Bila dayik negirîn. Heke dixwazin kesek bimire bila zarokên xwe bişînin. Bila çek bêdeng bin."
'KUJERAN BIBÎNIN Û HESTIYÊN ME BIDIN'
Mîkaîl Kirbayir ê birayê Cemîl Kirbayîr ê di bin çavan de hate windakirin jî got ku bi înfazên kêfî û bêdaraz gelek kes hatine qetilkirin. Kirbayir destnîşan kir ku qêrîna wan a edaletê ev 35 sal in berdewam dike lê nayê bihistîn û nirxandina "ji ber vê yekê li Pirsûsê 32 canê me girtin" kir. Kirbayir diyar kir ku fereseta 12'ê Îlonê hêj didome û wiha got: "Daxwaza me ew e ku kujeran bibînin. Hestiyên me bidin."
'AQILÊ DEWLETÊ AQILÊ ÎMHAKIRINÊ YE'
Di çalakiyê de piştre Ahmet Cihan ê birayê Suleyman Cihan ê di 29'ê Tîrmeha 1981'an de ji Edîrneyê anîn Stenbolê û di bin çavan de hate qetilkirin axivî. Cihan got ku di cînayeta Suleyman Cihan de dozger Savci Erdogan Savaşer, Midûrê Polîsan ê wê demê Îbrahîm Şahîn û Mehmet Agar jî berpirsyar in. Cihan nirxandina "Di cînayetê de ligel ku hate ispatkirin îşkence hatiye kirin jî dosya girtin. Ji ber ku Agar û Şahîn dê bihatana darizandin. Aqilê dewletê aqilê îmhakirina muxalîfan e" kir. Cihan li dijî qatlîamên ku ji aliyê dewletê ve hatine kirin nerazîbûn nîşan da wiha pê de çû: "Heke ji 12'ê Îlonê hesap bihata pirsîn di salên 90'an de 17 hezar kuştinên kiryar nediyar çênedibû. Li Pirsûs û Roboskê qatlîam çênedibûn."
'QETLÎAMÊN BERIYA 34 SALAN PÊŞIYA QETLIAMÊN LI SILOPIYAYÊ VEKIR'
Di çalakiyê de qeydên dengê yê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ya ji Serokatiya Şaxa Tiba Edlî ya Fakulteya Tibe ya Zanîngeha Stenbolê ya ji bo ku îşkence li Cihan hatiye kirin lêkolîn kiriye û rapor amade kiriye jî hate guhdarkirin.
Di qeydên dengan de Fîncanci ev tiştan tîne ser ziman: "Beriya ku Suleyman Cihan ji qatê 6'emîn bê avêtin, bi îşkenceyê hatiye kuştin, ev encam derket. Di van rojan de em bi mirinên ciwan ve tên ceribandin. Suleyman Cihan beriya 34 salan bi îşkenceyê hate kuştin û wekî întixar nîşan dan. û ev yek îro tiştên li Sîlopiyê tên kirin re rê vekir. Min 2012'an de ji Cihan dosya girt. Min dît ku şopên îşkenceyê di hestiyan de heye. Lêdan, ceryan, feleqe. Ez şahida vî îşkenceyê me."
TUGGENERALÊ BI MUEBETÊ DIHAT DARIZANDİN BERAET KIR!
Piştî ku qeydê deng hate guhdarkirin daxuyaniya hefteyê Umît Îşlî da. Îşlî bilêv kir ku ew berxwedana xwe ya herî dirêj a sivîl didomînin û dê bidomînin. Îşlî anî ziman ku yên dewletê rêve dibin di polîtîkaya necezakirinê de israr dikin û bi parastina kiryarên windayan. bi xelatkirina wan sucê mirovahiyê tê kirin.
Îşlî bereatkirina Musa Çîtîl ê ku ji ber berpirsyariya qetilkirina 13 gundiyên li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku bi 13 caran bi daxwaza cezaya muebetê dihat darizandin û piştre jî terfîkirina tumgeneraliyê nerazîbûn nîşan da û gotina "Ev li hemberî hêviyên me derbeyekî giran e" bi kar anî.
Îşlî anî ziman ku wekî di mînaka Çîtîl de tê dîtin sucdar di b in parastina dewletê de ne.
Piştre der barê çîroka windakirina Suleyman Cihan de agahî hate dayîn û hate gotin ku hate gotin ku di 29'ê Tîrmeha 1981'an de Cihan ji Edîrneyê ji bo bê Stenbolê li otobusê siwar bûye û nêzî Stenbolê ji otobusê hatiye binçavkirin, der barê Cihan de ji aliyê dozgerî leşkerî yê wê demê Erdogan Savaşerî ve biryara binçavkirinê hatiye dayîn, lê emniyeta Stenbolê binçavkirin qebûl nekiriye, piştî lêgerîna malbatê ya 85 rojan derketiye holê ku Cihan bi îşkenceyên giran ve hatiye kuştin û li goristana bêkesan hatiye definkirin.
Îşlî da zanîn ku lêpirsinê têkîldarî bûyerê hatiye vekirin di sibata 2015'an de ji ber dem derbas bûye dosya hatiye girtin û ev tişt got: "Yên ku Suleyman Cihan bi îşkenceyê kuştin û yên ev sûcê mirovahiyê kirin heta neyên darizandin ev dosya dê ji bo me neyê girtin."