Ji ColdHackers li hember AKP û DAIŞ'ê çalakî
Koma hacker a Kurd ColdHackers, bi armanca piştgiriya ji şervanên YPG/YPJ’ê re li hember gelek sîteyên înternetê êrîşa sîber pêk anî.

Di di daxuyaniya ku ji aliyê komê ve hat dayîn wiha hat gotin, "Wek koma hackerên Kurd bi armanca desteka ji şervanên me yên YPG û YPJ’ê yên li Rojava berxwedana mirovatiyê dimeşînin, me ev çalakî pêk anî. Divê were zanîn ku dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê her cure piştgirî daye hovîtiya DAIŞ û dide. Di rastiyê de rûpoşa kesên digotin, 'Kobanê ket-wê bikeve' ket. Li gor egera moral û motîvasyona serketina li Girê Spî û taybet li Bakurê Kurdistanê me bi dest xist, bi awayê sanal jî me çalakiyên xwe di vê pêvajoyê de zêde kirine. Ev ne çalakiyên me yên yekemîn bûn û wê ne yên dawî bin jî.”
ColdHackers, diyar kir ku heta planên qirêj ên AKP’ê û Serokkomarê Tirk Erdogan bidomin wê dawî li têkoşîna xwe neynin.