BI DÎMEN

Ji ciwanên Komunîst bangawazî: Em berê xwe bidin xakên şoreşê

Mîlîtanên Rêxistina Ciwanan a Komunîst (KGO) bi daxuyaniya ku dan bang li jinên ciwan û xortan kirin li hember zilm, şerê mêtinkarî, faşîzm, cinsiyetperestî û newekheviyê têkoşînê mezin bikin.

Ciwanên komunîst ên bûn hedefa komkujiya Pirsûs û di komkujiya Enqereyê de jî bi dehan ciwanên wan birîndar bûn ji bo hesab ji qatilan û yên wan qatilan xwedî dikin hesab bipirsin nasnameyên xwe şewitandin û derketin qadên têkoşîna azad. Ciwanên komunîst ên xwe bi çekkirin û bi gotina, “Em vê pergalê û saziyên wê red dikin” derketin qadan bang li hemû ciwanan kirin ku werin çeperan. Mîlîtanên Rêxistina Ciwanan a Komunîst (KGO) dan bang li jinên ciwan û xortan kirin li hember zilm, şerê mêtinkarî, faşîzm, cinsiyetperestî û newekheviyê têkoşînê mezin bikin.

Li ser navê Rêxistina Ciwanên Komunîst (KGO), Roza Peyman û Erdal Cebo bi Tirkî û Kurdî ku daxuyanî xwendin gotin: “Ji semtan, zanîngehan, kampusan, kargehan ji hemû qadan niha dema ku em sînorên xwe derbas bikin. Ji bo em bibin Elîşêr, Suphî, Îvana û em vê pergalê bi serê serweran de xera bikin em xwedî derfetên zêdetir in. Em ne bê alternatîf in. Em berê xwe bidin xakên şoreşê, kolanan, çiyayan, barîkatan; ji bo cîhaneke ku mirovatî desthilatdar e em berê xwe bidin qadên azadiyê.”

BANGA LI CIWANÊN MISLIMAN

Di daxuyaniyê de ji bo ciwanên Misliman jî bangek taybet hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku AKP’a ku DAIŞ’a Tirkiyeyê ye baweriyên jidil ên xizanan îstîsmar dike û wiha hat gotin: “Cihê we ne li rex wan e, cihê we li rex kesên ala rûmet û azadiyê hildigirin e. Werin hûn jî di van refên heq û bi bi rûmet de cih bigirin.

‘HÊZA ME YA EM VÊ PERGALA JINÊ TINE DIHESIBÎNE BIGUHERIN HEYE’

Di daxuyaniyê de ev bang li jinên ciwan hat kirin: “Hêza me ya em vê pergala ku aqlê jinê biçûk dibîne, îradeya jinê red dike, jinê tine dihesibîne biguherin heye.” Roza Peyman ev bang li jinan kir: “Werin em ji ariyên xwe ji nû ve çêbibin. Em azadiya xwe ya hatiye xespkirin ji nû ve wergirin. Bi hêza xwe ye rêxistinkirî ji çeperên şer em ber bi serketinê ve bimeşin.” 

...