Ji bo xebatkarê Azadiya Welat Dursun mewlûd
Ji bo xebatkarê Azadiya Welat Metîn Dursun ê di encama qezaya motorsîklet de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Ji bo xebatkarê Azadiya Welat Metîn Dursun ê di encama qezaya motorsîklet de jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn.
Xebatkarê Azadiya Welat Metîn Dursun 21’ê Çileyê li Qoserê di encama qezaya motorsîklet de bi giranî birîndar bibû û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî ya Amedê tevî tedawiya 3 mehan jiyana xwe ji dest da. Ji bo Dursun li gundê Hermijdat ê Qoserê di konê taziyeyê de mewlûd hat dayîn.
Parlamentera Mêrdînê ya HDP’ê Gulser Yildirim, Hevşaredar, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, însiyatîfa dayikên aştiyê, endamên MEYA-DER û gelek kes di taziyeyê de amade bûn.
Mewlûd piştî dûayan bi dawî bû.