Ji bo vegerê gel li benda rakirina mayînan e

Ji ber xebatên YPG'ê yên paqijkirina herêmê ji mayîn û teqemeniyan, sekna Rojavayiyên li ber deriyê sînor ên dixwazin vegerin Girê Spî, dewam dike.

Gelê ku piştî azadbûna Girê Spî dixwaze ji nû ve vegere Rojava, li benda YPG'ê ye ku herêmê ji mayînan paqij bike. Ji ber dewamiya xebatên paqijkirina herêmê ji mayîn, xefik û teqemeniyan, vegera gel a li Girê Spî ji bo du rojan hatibû sekinandin.

Di daxuyaniya YPG'ê de bal hat kişandin ser rewşa xetere ya vegera bê kontrol û da xuyakirin ku der barê mijarê de sererastkirin pêk hatine.

Tê payîn ku vegera hatiye sekinandin, wê sibe ji nû ve destpê bike. Komeke Rojavayî ya li benda vegera Girê Spî ye, li ber deriyê sînor disekine.