Ji bo şervanê YPG'ê yê Awûstûralyayî Johnston merasîma cenaze

Ji bo şervanê YPG'ê yê Awûstûralyayî Johnston ê di operasyona azadkirina Til Hemîsê de jiyana xwe ji dest da, merasîma cenaze hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî beşdar bûn.

Şervanê YPG'ê yê Awûstûralyayî Ashley Johnston (Bagok Serhed) piştî merasîma girseyî ya ji aliyê Komeleyên Kurd ên Sydney û Melboûrne û malbata wî ve hat organîzekirin, hat veşartin.

Merasîm li Dêra St John's a li paytext Canberrayê pêk hat.

Di merasîma ku nûnerên NAV-KURD ên Sydney û Melboûrne û bi sedan Kurdistanî lê amade bûn de xwişka Johnston Belînda Johnston û hevalên wî axivîn. 

Di merasîmê de alên YPG/YPJ û posterên Johnston hatin hilgirtin û dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin qîrîn.

 

...