Ji bo Karavîş ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin merasîmeke bi heybet
Cenazeyê Abdullah Karavîş ê li Hezexê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Abdullah Karavîş ê li Hezexê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Abdullah Karavîş ê li Hezexê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hate definkirin.
Cenazeyê Abdullah Karavîş (24) ê li navçeya Hezexê ya Şirnexê roja Înê ji aliyê polîsên di wesayîta zirxî de dema êrîşa li hemberî Taxa Yenîmahalleyê hate qetilkirin li Hezexê ji aliyê zêdetirî 20 hezar kesan ve hate definkirin. Cenazeyê Karavîş ji Mêrdînê piştî otopsiyê duh di saetên êvarê de hate wergirtin û anîn Taxa Turgut Ozal. Li ser daxwaza malbatê cenaze heta sibehê li Mala Gel hate rawestandin û xizmên wî û hevalên wî heta serê sibehê li wir nobet girtin. Welatiyên ku agahiya wê cenaze bê definkirin serê sibehê herikîn Mala Gel. Esnafên navçeyê jî wekî duh îro jî derebayên dikanên xwe venekirin û li benda merasîma cenaze man.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz, Meclîsên Gel ê Demokratîk ên Navçeyê, MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên KJA'yê, hevşaredar û rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de bi hezaran welatî li Cadeya Adîle Naşît ber bi goristanê ve meşiyan. Wêneyên Karavîş û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên PKK û KCK'ê hatin hilgirtin û girseyê dirûşma "tolhildan" berz kir. Piştî ku bi hezaran kes gihîşt Cadeya Adîle Naşît hejmara wan zêdetirî 20 hezaran bû. Cenazeyê Karavîş anîn Goristana Hesen Şêx û li vir merasîmeke bêhempa hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê MEYA-DER'ê daxuyanî hate dayîn û piştre Berdevkê Meclîsa Gel a Demokratîk a Hezexê Husnu Babat axivî. Babat bilêv kir ku ciwanên Kurd ji ber ku jiyaneke azad û welatîbûneke wekhev dixwazin tên qetilkirin.
Babat li Farqînê berxwedana 12 rojan berdewam kir silav kir û got ku li her deverê Kurdistanê gel wê li dora ciwanên xwe bibin xelek.
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz jî ji bo gelê Hezex û Botanê sersaxî xwest. Sariyildiz da zanîn ku gelê Kurd wê ti caran li hemberî ferzkirina teslîmiyetê serê xwe netewîne.
Piştre jî birayê Karavîş, Bengîn Karavîş axivî wiha got: "Em ji bo gelê navçeyê minetdar in ji ber ku wekî kesên ji malbata me xwedî li cenazeyê me derketin. Şehîd şehîdê me hemûyan e. Bila serê Serok Apo û tevgera me û serê gelê Kurd sax be."
Piştre cenazeyê Karavîş bi çepikan hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin helbesta Cigerxwîn a Kurdistan hate xwendin.