Ji bo gerîlayê HPG'ê Kahraman Gezîcî (Kendal Koçer) ê li Mêrdînê di pevçûneke sala 2005'an de jiyana xwe ji dest da, li Wanê Mewlûd hat dayîn.
Anf
Wan
în, 10 avrêlê 2015, 15:49
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kahraman Gezîcî (Kendal Koçer) ê li Mêrdînê di pevçûneke sala 2005'an de jiyana xwe ji dest da, li Wanê Mewlûd hat dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Kahraman Gezîcî (Kendal Koçer) yê di sala 2005'an li Mêrdînê di encama kemînekê de jiyana xwe ji dest da, li taxa Selîmbey a Wanê mewlûd hat dayîn. Bi sedan welatî tevlî mewlûdê bûn. Di mewlûdê Serokê MEYA-DER'ê Îbrahîm Akan axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd ji bo azadiya gelê kurd derketin serê çiyayên Kurdistanê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Wanê Veysî Dîlekçî jî anî ziman ku bi saya têkoşerên Kurd ew gihandine van rojan û got, "Em ê heta dawiyê şopdarên şehîdên xwe bibin. Têkoşîna me wê bi ser bikeve."
Birayê gerîlayê HPG'ê Gezîcî Fadaî Gezîcî jî da xuyakirin, ku divê nirxê şehîdan were zanîn û got: "Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li ser şopa şehîdên xwe bin û doza wan dewam bikin. Şehîd namirin."