Ji bo gêrîla Aysel û 34 kesên Roboskiyê mewlûd hate dayîn

Ji bo gêrîla Aysel û 34 kesên Roboskiyê mewlûd hate dayîn

Li Bajaroka Sixkê ya Wanê û Mûşê, ji bo gêrîlaya HPG'ê Aysel Bartu (Aysel Dijwar) ya di 15'ê Sibatê de li qada Besta ya Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û 34 welatiyên sivîl yên di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer yên tirk ve hatin qetilkirn mewlûd hate dayîn.

Li taxa Şafakê ya Bajaroka Sixkê ya Wanê ji bo gêrîlaya HPG’ê Aysel Bartu (Aysel Dijwar) ya di 15'ê Sibatê de li qada Besta ya Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, konê şînê hate vedan û mewlûd hate dayîn. Di konê şînê de posterên gêrîla Aysel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin. Parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel, Ozdal Uçer û Nazmî Gur, Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û gelek kesên din amade bûn.

Mewlûdê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Parlementer Ozdal Uçer anî ziman ku, kesên ji bo têkoşîna azadiya Kurd jiyana xwe ji dest dane wan qet ji bîr nakin û dê her tim rêça wan bişopîne. Uçer destnîşan kir ku, êdî kes nikare gelê Kurd bixapîne û xwest kes ji bo vê yekê nekeve nava hewldanan.

'KOMKUJIYA ROBOSKIYÊ DÊ SERÊ TAYIP BIXWE'

Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mûşê jî ji bo 34 welatiyên sivîl yên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin li Parka Zarokan ya Ataturk mewlûd da. Di mewlûdê de parlementerê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelik, endamên meclîsa bajar, rêveberen BDP'ê rêveberên Egîtîm Sen'ê û gelek kesên din amade bûn. Di mewlûdê de Berdevkê Demê yê KESK'ê Nemci Erol ani ziman ku, ew dê tu carî komkjiya Roboskiyê ji bîr nekin û dê Roboskî serê Serokwezîr Erdogan bixwe. Mewlûd bi xwendina duayan bi dawî bû.