Ji bo fermandara YJA Starê Rojîn konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo fermandara YJA Starê Rojîn konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Endama Konseya Leşkerî ya HPG'ê û YJA Starê gêrîla Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) ku di 4'ê Cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû konê sersaxiyê hate vedan. Kone şînê bi girseyî hate ziyaretkirin.

Konê sersaxiyê yê ji bo gêrîlaya HPG'ê û Konseya Leşkerî ya YJA Starê Sureyya Aslan (Rojîn Gewda) ku di 4'ê Cotmehê de li Geliyê Tiyarê yê naveya Çelê di şer de jiyana xwe ji dest da, hatiye vedan bi girseyî hate ziyaretkirin.

Konê sersaxiyê ku li Taxa Xaçortê hate vedan ji aliyê sedan kesan ve hate ziyaretkirin. Li kon posterên gêrîlaya HPG'ê Aslan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên konfederalîzma demokratîk hatin vekirin. Di konê sersaxiyê de dayîka gêrîla Rojîn Bahar Aslan diyar kir ku, ew êdî naxwazin dilê dayîkan bişewitin û di serî de Serê Ocalan û hemû gelê Kurd sax be. Aslan da zanîn ku, êdî ew aştiyê dixwazin û wiha got: "Bila êdî dilê dayîkên Kurd jî û yên tirk jî neşewitin."

Mamê gêrîla Rojîn Îhsan Aslan jî anî ziman ku, ew bi zarokên xwe serbilindin û xwest serê gelê Kurd û gerilla sax be. Aslan da zanîn ku, ne şehîda wan tenê şehîda hemû gelê Kurde. Aslan bang li Erdgan kir û da zanîn ku, êdî dilê Erdogan bûye kevir û tiştekî hîs nake û wiha got: "Roj bi roj şer dijwartir dibe û li dijî gelê Kurd operasyon tên meşandin. Em bang li Erdogan dikin û dixwazin vî şerî rawestînin. "

SERDANA KONÊ SERSAXIYÊ YA JI BO GÊRÎLA SERHAT DIDOME

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Şukru Agirbaş (Serhat Van) yê ku di 11'ê Cotmehê de li ser rêya Dêrsim û Xerpêtê jiyana xwe ji dest da jî li gundê Xeznê konê sersaxiyê hate vedan. Piştî kon hate vedan ziyaretan jî destpê kir. Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, Rêveberê BDP'ê û gelek welatiyan konê sersaxiyê ziyaret kir. Parlementer Uçer, xwest gelê Kurd li şehîdê xwe xwedî derkevin û wiha got: "Ez hêvî dikim ku gelê Kurd dê di demek nêzîk de bigêje azadiya xwe."

Ji bo 36 endamên HPG'ê mewlûd hate dayîn

Li Gundê Panî yê navçeya Erdîşa Wanê jî ji bo gêrîlayê HPG'ê Îkram Kara (Serdem Pîr) yê di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li Geliyê Tiyarê li di nava 36 hevalên xwe de bi çekên kimyewî jiyana xwe ji dest dan mewlûd hate dayîn. Di mewlûdê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê û wêneyê gêrîlayê HPG'ê Kara hate vadan. Parlementerê BDP'ê Uçer, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, rêveberên BDP'ê û gelek welatên din amade bûn.