Ji bo Farqînê li Cizîrê jiyan rawestiya
Gelê Cizîrê yê êrîşên li hember Farqînê protesto kir, li nivê cadeyan ên navçeyê wesayît park kirin hatina wesayîtên zirxî asteng kirin. Li tevayî taxên navçeyê dirûşma, “Bijî berxwedana Farqînê” bilind dibe.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi armanca protestokirina êrîşên dewletê yên li hember Farqînê welatiyan li navçeyê jiyan rawestandin. Welatiyan ji bo astengkirina wesayîtên zirxî li cadeyên Yafes, Orhan Dogan, Hezex û Nisêbînê wesayît park kirin. Li tevayî taxên navçeyê dirûşma, “Bijî Berxwedana Farqînê” bilind dibe.
Li gel vê saetên êvarî li nêzî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê teqînekê rû da. Hat ragihandin ku di teqînê de 2 polîs birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.