Ji bo Farqînê bang li raya giştî ya navneteweyî hat kirin

ÎHD, TÎHV û Odeya Tabîban, li dijî terora dewletê ya li Amedê bang li raya giştî ya navneteweyî kir, ku bi lezgînî bikeve nava tevgerê.

Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Odeya Tabîban Şaxa Amedê, bi armanca şermezarkirina terora dewletê ya li Farqînê di roja 11. de ye, civîneke çapemeniyê lidr xistin.

Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî da xuyakirin, ku bûyerên 11 roj in li Farqînê diqewimin, pênaseya binpêkirina mafên mirovan ji nû ve xistiye rojevê û got, "Ti ji bûyerên 11 roj in li Farqînê diqewimin ji aliyê dewleta Tirk ve weke binpêkirina mafan nayê qebûlkirin. Mirovên sivîl tên qetilkirin lê radibin dibêjin 'maf nehatiye binpêkirin'. Mirov birçî tên hiştin lê radibin dibêjin 'maf nehatiye binpêkirin'. Mirov ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar tên hiştin lê radibin dibêjin 'maf nehatiye binpêkirin'. Mirov nikarin ji malên xwe derkevin lê radibin dibêjin 'maf nehatiye binpêkirin'."

'DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Bîlîcî da zanîn ku ji bo Farqînê têrê nake ku bi tenê rêxistinên mafên mirovan ên li Tirkiye û Amedê bikevin nava tevgerê û got, "Weke rêxistinên mafên mirovan, ji bo lêkolînkirinê em nikarin bikevin nava taxên qedexe lê hatiye ragihandin. Ji ber vê yekê em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî dikin ku rewşa Farqînê bixin rojeva xwe û bi lezgînî ji bo Farqînê bikevin nava tevgerê. Naxwe wê terora dewletê û mirina sivîlan ji ber vê terorê neqedin."

'LI MASEYA MUZAKEREYÊ VEGERE'

Bîlîcî ragihand ku polîtîkaya dewlet li Farqînê dimeşîne gelekî xetere ye û got, "Dewlet dibêje; heta ku 3 taxan ji ser nexşeyê nebe ew ê nesekine. Li hemberî vê yekê em jî dibêjin yekane rêya çareseriyê; rakirina tecrîda li Îmraliyê û vegera li pêvajoya muzakereyê ye."

‘LI HEMBER GELÊ SIVÎL ÎLANA ŞER HAT KIRIN‘

Nûnerê TÎHV ê Amedê Bariş Yavûz destnîşan kir ku li Farqînê dewletê li hember gelê sivîl şer îlan kiriye û wiha berdewam kir: “Dema dewlet qedexeyek wek a derketina kolanan îlan kir, pêwîst e pêdiviyên gel çareser jî bike. Salan 90’î jî pêkanînek wiha çênebû, em di bin ti şertî de qedexeyek wiha napejirînin.”

‘XENDEKEK JÎ NEHAT GIRTIN‘

Serokê Odeya Tabîban Şaxa Amedê Cengîz Gunay ji bi bîr xist ku tevî giştî êrîşên dewletê jî heta niha nikaribû xendekekê jî bigire û wiha axivî: “Ev êrîş teqez nayên qebûlkirin. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke xendekan e. Bila nêrînek wiha di civakê de çênekin. Îro li Farqînê mirov nikarin birîndarên xwe bibin nexweşxaneyan, nikarin miriyên xwe defn bikin. Dewlet li hember dibe asteng.”