'Ji bo em li bazarê neyên firotin me por û birûyên xwe jê kir'
Besê ya 14 salî ya ji destê çeteyan reviya xwe spart şervanên azadiyê. Besê behsa îşkenceyên çeteyan kir.
Besê ya 14 salî ya ji destê çeteyan reviya xwe spart şervanên azadiyê. Besê behsa îşkenceyên çeteyan kir.
Em têkildarî komkujiya Tebaxa 2014’an a li hember civaka Êzidî her roj tiştekî nû dibihîzin. Herî dawî em bûn şahidê Besê ya li bajarê Reqa yê Sûriyeyê ku çeteyên DAIŞ’ê wek navend bikar tînin reviya û xwe spart şervanên azadiyê.
Besê, 14 salî ye. Roja fermanê dema ji çeteyên DAIŞ’ê reviya, rêya wan hat birîn. Bi bira û 9 xwişkên xwe re dîl ket destê çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber li gor çeteyan dayik û bavê Besê îxtiyar û bi kêrî wan nayên berdan.
'BI ROJAN XWARIN Û AV NEDAN'
Besê tiştên ku piştî dîlketinê jiyan, vegot. Besê got ku destpêkê li Ti Afer di dibistaneke binerd de hatin hiştin, hin caran bi rojan xwarin û av nedidan wan. Ji vir timî cihê wan dihat guhertin, ew birine Mûsil, Til Afer, Reqa û gelek deverên nizanîbû li ku derê ne.
Yekemîn gotina Besê ya piştî salek û nîvekê bavê xwe dît, “Negirî, çima ti digirî” bû.
'ME PORÊ XWE JÊKIR, BI XORTÛMÊ LI ME DAN'
Besê diyar kir ku her roj kom bi kom jin dibirin li bazarê difrotin, hê bêtir serçeteyan jin li bazaran dikirîn û difrotin, her wiha bal kişand ku hin serçeteyan bi dehan jin dikirîn. Besê dema jinên her tim digiriyan bi bîr anî, kela girî ket qirikê, anî ziman ku ji bo neçe bazaran çiqasî li ber xwe daye. Besê got, roja serşûstînê yên du-sê mehan carekê çêdibûn, gelek jin ji bo neçin li bazaran neyên firotin û neyên tecawizkirin, por û birûyên xwe jêdikirin. Besê destnîşan kir ku wê jî serî li vê rêyê dida, ragihand ku berevajî wê ji zû ve li sûkan hatiba firotin. Besê di axaftina xwe de got ku lê bi xortûman li jinên ev rêbaz bikar dianîn dixistin, di bin îşkenceyên giran de diman.
'ZAROKÊN BIÇÛK BIKAR DIANÎN'
Besê ragihand ku çeteyan li ser wan nimêj ferz dikir, eger nekiribana jî bi îşkenceyan tehdît dikirin, tevî van jî jinan li ber xwe dida. Besê diyar kir ku bi xwe jî li hember çeteyên DAIŞ’ê yên nimêj didan ferzkirin derketiye û wiha got: “Zarokên biçûk dianîn, xortûm didan destên wan û li ser me ew fêr dikirin.”
Besê di dirêjiya axaftina xwe de got ku çeteyên DAIŞ’ê her tim digotin Êzidî kafir in, li ser vê jî rastî şîdetên mezin hatine û her tim ji wan re gotine PKK û pêşmerge jî kafir in, lewre jî her tim bi heqaretan re rû bi rû mane.
'DIL ŞIKESTÎ ME'
Besê destnîşan kir ku ji ber wê vegere cem malbata xwe kêfxweş e, lê ji ber bi hezaran jinên Êzİdî di destê çeteyan de dîl hatine girtin, heta azadî bi dest nekeve wê dilşİkestî bimîne.
'BI SAYA PKK’Ê AZAD BÛM'
Besê got ku danê êvarî ji destê çeteyan reviyaye û xwe spartiye malbatek Ereb, malbata Ereb ew teslîmî malbatek Kurd kiriye, malbata Kurd jî ew aniye Kobanê û teslîmî şervanên YPG’ê kirine. Besê ragihand ku şervanên YPG’ê jî ji korîdora Rojava û Şengalê ew li cem gerîlayên HPG’ê û YJA Star danîne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger PKK’e neba, ez azad nedibûm. Ez spasiya PKK’ê dikim.”