Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê Abdurrahman Budak ku 45 rojin di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ye diyar kir ku, rayedarên girtîgehê ji bo ku ew dest ji çalakiya xwe berdin, zexta li wan dikin û gefan li wan dixwin. Budak ani ziman ku, hatiye asta ku mirin çêbibin û ger ku mirin pêk bên berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve ji 12'ê Îlonê ve ji bo azadî, ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk destpê kir, di roja 45'an de berdewam dike.
Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê Abdurrahman Budak ku 45 rojin di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, derbarê armanca xwe û zextên li ser wan bi riya telefonê ji malbatê re vegot. Budak diyar kir ku, rayedarên girtîgehê ji bo ku ew dest ji çalakiya xwe berdin zexta li wan dikin. Budak ani ziman ku, hatiye asta ku mirin çêbibin û ger ku mirin pêk bên, berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê ye.
‘JI BO EM DEST JI ÇALAKIYÊ BERDIN ZEXTAN DIKIN’
Birayê Budak Îbrahîm Budak diyar kir ku, birayê wî 45 rojin di grevê de ye û çalakiya xwe bi awayekî rûmet berdewam dike. Budak anî ziman ku, çi dibe bila bibe ew piştgiriyê didin birayê xwe û wiha got: "Birayê min bi telefonê li me geriya û diyar kir ku, rayedarên girtîgehê ji bo em dest ji çalakiyê berdin zextan li me dike. Birayê min anî ziman ku, li gel tîpa E ye wekî tîpa F zextan li ser me dimeşînin û wiha got: "Birayê min û hevalên wî di nava şert û mercên ku ji tîpa F hêj girantir de dijîn. Ji girtîgehên Tîpa F girantir ceza didin wan. Birayê min û hevalên wî rastî gefan tên. Hemû mafên wan ji destê wan hatiye girtin û her ku diçe rewşa wan giran dibe. Her roj bêtir nêzî mirinê dibin û rewşa wan giran dibe.
'ÊDÎ BIRAYÊ MIN HATIYE ASTA KU NIKARIBE BI AXIVE'
Budak bertek nîşanî rayedarên dewletê û hikûmetê dan û wiha axivî: "Em dibêjin êdî bese. Em bang dewlet û hikûmeta dagirker dikin. Em dibêjin dest ji vê helwesta xwe berdin û daxwazên girtiyan pêk bînin. Bila ev xwîn raweste û dawî li kuştinê bînin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi riya aştiyê çareser bibe. Mirovan li dijî neheqiyê bedena xwe dan ber mirinê. Bila êdî ev neheqî bi dawî bibe. Êdî bese. Birayê min bi telefonê bi me re axivî, lê me bi zorê dengê wî bihîst. Li gel vê rewşa wî ya xirab disa got rewşa min başe. Em dizanin ku qet rewşa wî nebaşe. Lê ji ber ku bi biryare dibêje rewşa min başe. Di oxira vê dozê de canê xwe didin. "
Budak anî ziman ku, birayê wî destnîşan kiriye ku rêveberiya girtîgehê gefan li wan dixwe dixwaze ku wan ji grevê dûr bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Birayê min got em jî dixwazin wekî neteweyên cîhanê xwedî ziman, nasname û statû bijîn. Got em jî dixwazin mafê me bê parastin û xwedî rûmet û azad bijîn. Budak destnîşan kir ku, li girtîgehan mirin pêk bê dê berpirsyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê û dewlet be. Budak bang li her kesî kir û xwest êdî li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.