Ji bo ciwanê Kurd Umût Yalçin ê li Parîsê di vegera ji pîrozbahiya Newrozê de li gara trenê ya Champigny, di binê trenê de ma, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Le Mureauxe roja Sêşemê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di merasîma bîranînê ya danê êvarê hat lidarxistin de Şaredarê Champingy, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk li Fransayê Şikran Akdogan, Nûnera Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, nûnerên CÎK, FEDA û gelek saziyên din ên Kurdan, tevî bi sedan Kurdistaniyan amade bûn.
Şaredarê Champigny Dominique Adnot di axaftina xwe ya li merasîmê de diyar kir ku ew êşa malbatê û gelê Kurd parve dike û mîna beriya niha wê ji niha û pê ve jî her tim li cem gelê Kurd be. Nûnerên saziyên din ên Kurdan jî di axaftina li bîranînê de diyar kirin ku ew êşa malbatê parve dikin û wê Ûmût Yalçin weke şehîdê Newrozê bibîr bînin.
Cenazeyê Ûmût Yalçin piştî kar û barên otopsiyê wê roja Înê bigihêje navçeya Mûş Gimgimê. Li vir jî wê cenaze ji aliyê rêveberên HDP'ê yên Gimgimê ve were pêşwazîkirin.