‘Ji bo berjewendiyên şexsî qirêjiyên xwe vegot’
Sercerdevanê navçeya Şax a Wanê Orhan Berge ji bo bala Erdogan û Yildirim bikişîne ser xwe, li xwe mikur hat ku di sala 1999'an de 15 PKK'yî dîl girtine û radestî dewletê kirine.
Sercerdevanê navçeya Şax a Wanê Orhan Berge ji bo bala Erdogan û Yildirim bikişîne ser xwe, li xwe mikur hat ku di sala 1999'an de 15 PKK'yî dîl girtine û radestî dewletê kirine.
ANF’ê xwe gihand du belgeyên aydî Sercerdevanê bi navê Orhan Berge yê li navçeya Şax a Wanê dijî . Berge di 25.04.2016’an de nameyek ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim re şand. Li binê nameya sercerdevan Orhan Berge mohra keyayê taxa Bîlgî Îsa Urut heye.
JI BO BERJEWENDIYAN XWE DIFIROŞE
Sercerdevan Orhan Berge di nameyê de li ser xwe agahiyan dide Erdogan û wiha dibêje: "Taxa Bîlgî ya navçeya Şax a Wanê bi 26 km'yan nêzî navçeya me ye. Li taxa me 121 Sercerdevan hene. Em bi salane bi dewleta xwe re ne û me ti carî serî li ber terorê netewandine. Em ê heta dawiyê li dijî terorê rawestin û li ber xwe bibin. Em heta dawiyê xizmetkarê dewleta xwe ne. Em evîndarê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan in."
'15 PKK'Î RADEST KIR'
Orhan Berge di dewama nameya xwe de li xwe mikûr tê û dibêje: "Ji sala 1989’an vir ve em li dijî PKK’ê şer dikin û heta niha me gelek derbên giran li PKK’ê dane. Di salên 95, 96, 98 û herî dawî di sala 1999’an de me 15 PKK’î dîl girtin û radestî dewleta xwe kirin."
Sercerdevan Orhan Berge di nameyê de îdia dike, ku piştî bajar bû xwedî statuya Bajarê Mezin, şaredariyê xizmet li wan nekiriye.
XWEST RÊYA WAN Û YA FERMANDARIYA JENDERMEYAN BÊ ÇÊKIRIN
Piştî ku Orhan Berge HDP û Şaredariyên DBP’ê gunehbar dike daxwaz ji Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim dike û van tiştan dixwaze: "Em daxwaz dikin ku rêyên me werin esfatkirin. Bila kolanên me bi kevirên klît werin rastkirin û dîsa rêya me û Fermandariya Jendermeyan were çêkirin."
‘DBP’Ê JI SEDÎ 75 DENG GIRT’
Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de DBP’ê ji sedî 75 deng bi dest xist. AKP’ê ji sedî 20.9 deng girt. Şêniyên navçeyê yên ji ANF'ê re axivîn gotin, Şaredarî vîna wan e û AKP dixwaze vîna wan dîl bigire.
‘DESTÊ WÎ DI XWÎNA CIWANAN DE HEYE’
Welatiyekî bi navê Î. U. agahî da û diyar kir ku Sercerdevan Orhan Berge ji salên 90’î û vir ve zextan li malbatên welatparêz dike û got, "Destê Berge di xwîna gelek ciwanên Kurd de jî heye."