Ji bo azadiya Ocalan dadikevin qadan
DEM-GENÇ û TUHAD-FED, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.
DEM-GENÇ û TUHAD-FED, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.
DEM-GENÇ û TUHAD-FED, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.
DEM-GEÇ a ku ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê di bin sîwana xwe vehewandiye, di çarçoveya Pêngava Xwedîderkeve ya bi şiyara "Xwedî li ax, av, enerjî, xweza, ziman, nasname, çand û pêşeroja xwe derkeve" da destpêkirin de, xwe amade dike ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakeve qadan.
'EM XWEDÎ LI RÊBERÊ XWE DERKEVIN'
Endamên DEM-GENÇ a Wanê di vê çarçoveyê de wê hin rêze çalakiyan lidar bixin. Di vê der barê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin, "Tecrîda li ser Rêbertiyê gihaştiye radeya 'êdî bes e.' Ji bo dawî li esareta Rêbertiyê bê anîn, em bang li gelê Kurd ê berxwedêr dikin ku bi pêşengiya jinên ciwan xwedî li Rêbertiya xwe derkeve."
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
Dem û cihê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan bi pêşengiya jinên ciwan werin lidarxistin, bi vî rengî ye:
"Di 20'ê Hezîranê saet di 21:00 de li Parka Ehmedê Xanî sînevîzyon, şano û xwendina helbestan. Di 21'ê Hezîranê de bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna panel. Di 22'ê Hezîranê saet di 21:00 de li Parka Feqiyê Teyran, meşa bi meşale ya ciwanan."
TUHAD-FED JI BO AZADIYA OCALAN Û GIRTIYÊN SIYASÎ DADIKEVA QADAN
Rêveberiya TUHAD-FED'ê jî têkildarî girtiyên siyasî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de Hevserokên TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz û Bahar Oktay û rêvberên federasyonê amade bûn. Hevseroka TUHAD-FED'ê Bahar Oktay, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û girtiyên nexweş yên siyasî diyar kir ku tevî hevdîtin tê astengkirin û tecrîd heye jî Ocalan di daxwaza aştiyê de israr dike û got: "Êdî gel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nake.
Tecrîda li ser Ocalan nêzîkatiya dewletê ya li hemberî hemû girtiyan nîşan dide. Rêberê ku pêvajoya aştiyê dimeşîne û rê li pêş aştiyê vedike, divê êdî karibe her timî bi gelê xwe û tevgera xwe re bide û bistîne. Divê rê li ber hevdîtinan bê vekirin û tecrîd bi dawî bibe. Ev tecrîd bi ti awayî nayê qebûlkirin."
Hevserokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin pêvajoya aştiyê asteng dike û xwest êdî dewlet dest ji vê helwest û polîtîkayên xwe berde. Temîzyuz anî ziman ku ji ber vê polîtîkaya dewletê girtiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Temîzyuz, bang li aştîxwazan kir li dijî tecrîdê têbikoş in û diyar kir ku weke wekî TUHAD-FED'ê dixwazin êdî dewlet bi wijdan tevbigere. Temîzyuz xwest astengiyên li pêş girtiyan bê rakirin û hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan.
'HETA GIRTIYEKÎ SIYASÎ RAGIRTÎ BE, EM Ê TÊBIKOŞ IN'
Temîzyuz helwesta dewletê jî rexne kir û destnîşan kir ku heta girtiyekî siyasî ragirtî be, ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û her dem li kolanan di nava çalakiyan de bin. Temîzyuz da zanîn ku eger dewlet dixwaze dirûstbûna xwe bi gel bide qebûlkirin pêwîste berî her tiştî li pêş Ocalan û bi giştî li pêş hemû girtiyên siyasî astengiyên li pêş azadiya hemû girtiyan rake. Temîzyuz xwest êdî hikûmet girtiyên nexweş neke mijara bazarê û wekî malbatên girtiyan dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.