Ji bo Abdulhekîm ê YPG'yî li Kerkûkê konê sersaxiyê hat vedan
Ji bo şervanê YPG'ê Senger Abdulhekîm (Erdal Sorxwîn) ê li bajarê Silûk ê Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da û pêr li Kerkûkê cenazeyê wî hat veşartin, malbatê li Kerkûkê konê sersaxiyê veda.
ANF
KERKÛK
yekşem, 18 rezberê 2016, 07:06
Nûnerên Tevgear Azadî, Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Komalên Ciwan û Komîteya Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê tevî gelek welatiyên ji herêmê, konê sersaxiyê ziyaret kirin.
Ji Komîteya Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê Fethiye Elî li merasîmê axivî û got, "Ev ne şehîdê me yê destpêkê ye, ne jî yê dawî ye. Şoreşa me çiqasî mezin dibe, dijminên me jî zêde dibin. Ji Rojava heta Başûr eger ev şehîd nebûna, îro em nikarîbûn li Kerkûkê biman. Keç û xortên Kurd xwîna xwe ji bo vî gelî dirijînin."
Li ser navê nûnertiya bajarê Kerkûkê ya Tevgera Azadî mamoste Aso Mihemmed jî diyar kir, dijminên Kurdan bûne yek û hewl didin destketiyên gelê Kurd tine bikin. Mihemmed got, "Li dijî vê yekê, şehîd Erdal Sorxwîn sînorên di nava Kurdistanê de hatine danîn rakir û ji bo parastina welatê xwe berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Banga şehîd Erdal a li me ew e, ku li dijî êrîşan em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin û weke gel tevlî şoreşê bibin."
Dayika Abdulhekîm Basîme Şukir Kakil jî got, "Şehîd Erdal nemiriye, ew li vir e" û destnîşan kir, ku ew pê serbilind e ji ber ku kurê wê ji bo azadiya Kurdistanê şehîd bûye.
Piştî ku zarokekî bi navê Peyman Omer helbestek li ser şehîdên Kurdistanê xwest, mirovên hatin serdanê li mizgefa Seyît Tomarî sersaxiya malbata şervanê YPG'ê Abdulhekîm kirin.