BDP dê xwesertiya li Rojavayê Kurdistanê bi mitînga silav bike. Mitînga yekem dê di 25’ê Tebaxê li navçeya Girê Sor yê Rihayê bê li darxistin.
BDP’e têkildarî rêveberiya xwesertiya Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê bi mitîngên “Em Meşa we ya Azadiyê Silav dikin” pêktîne. Mitînga yekem ya ku dê di 25’ê Tebaxê li navçeya Girê Sor bê li darxistin ji bo mitîngê belavok hatin belavkirin. Hate ragihandin ku, mitînga dê li Pazara Perşembeyê ya nêzî Qonaxa Paşa ya di demjimêr 15.30’an de Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî tevlî bibe. Koma Azad dê di mitîngê de konserê bide.
Mitîngên silavkirina Rojavayê Kurdistanê dê di 26’ê Tebaxê Qoser û Cizîrê, di 27’ê Tebaxê de jî li Geverê berdewam bikim.