Parlementerê AKP’ê yê Erziromê Muhyettîn Aksak got ku divê ji gerîlayên jiyana xwe ji dest dan re neyê gotin “hatin bêbandorkirin”, divê bê gotin “hatin sekitandin”. Cîgirê Serokê Koma BDP’ê ya Meclîsê Îdrîs Baluken nerazîbûnek tund nîşan da û got; “Zebaniyê ketiye qilifê mirovan!”
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîs Balûken bersiv da heqaretên Parlementerê AKP’ê yê Erziromê yên li hemberî gerîlayên HPG’ê û nerazîbûnek tund nîşan da.
Baluken bi rêya Twitterê bersiv da heqaretên Aksak û wî weke “Zebaniyê ketiye qilifê mirovan” bi nav kir. Baluken got; “Plana nû ya tesfiyekirinê ya AKP’ê ew e ku xwe li pişt êrîşên kaotîk veşêre, bi tetîkkêşên faşîst partiya me lînc bike û dest bi êrîşan bike. Mixabin yê ku ne xwediyê ajoyên heywaniyê jî ji dixwaze ji cenazeyên mirovan re bê gotin “sekitîn”. Mirov bi zebaniyên ketine qilifê mirovan re heman hewayê bistîne, ji dojehê bi êştir e."
SAKIK: EV YEK FAŞÎZM Û NIJADPERESTÎ YE
Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik jî got; “Ev yek tam nijadperestî û faşîzm e.” Sakik destnîşan kir ku xizmên 34 gundiyên Roboskiyê yên ji aliyê balefirên şer ên artêşa Tirk ve hatin kuştin, li hawara leşkerên qeza kirin çûn û ew rizgar kirn. "Gelo te dît mirovên li Roboskiyê li mafên xwe digerin çawa ji bo rizgarkirina leşkerên birîndar ketin pêşbaziyê û ji bo wan çawa bi Kurdî zêmar gotin? Te dengê wan zêmaran bihîst gelo? Bibîne, bibihîse û şerm ji xwe bike. Gelo mirovahî û Îslamiyet çawa rê dide ku mirov heqaretê li miriyan bikin. Ew bêrêzî bi temamî nijadperestî û faşîzm e. Ji niha û pêve divê tu carî nebêjî ‘birayên min ên Kurd’, ne pêwîstiya Kurdan bi birayek mîna te heye û ne jî biratiya te tehemul dikin.”