'Ji Bakur heta Başûr gelê me xweseriya demokratîk dixwaze'
7 endamên asayîşê û endamekî YPG’ê li Goristana Şehîd Dijwar hatin bîranîn. Di axaftinên merasîmê de behsa girîngiya Artêşa Demokratîk a Sûriyeyê hat kirin û bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
ANF
HESEKÊ
şemî, 24 kewçêrê 2015, 13:36
7 endamên asayîşê û endamekî YPG’ê yên di teqînên Xişman û Mişerfê de jiyana xwe ji dest dan bi munasebeta 40 rojî wan li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê yê Hesekê bi merasîmeke leşkerî hatin bîranîn.
Li gel bi sedan kesan li ser navê YPG/YPJ’ê Sema Rojava, li ser navê Asayîşa Hesekê Ahmed Şemdîn, li ser navê TEV-DEM’ê Nûcan Hesekê, li ser navê Partiya Yekîtiya Suryaniyan Gebraîl Şamon, li ser navê Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Şêrwan Çaçan, Saziya Malbatên Şehîdan û nûnerên civaka sivîl jî tevlî merasîmê bûn.
Fatma Hesen a di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî got: “Rojava berhema van şehîdan e. Xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li van şehîdan e.”
'EM NAHÊLIN KES DESTDIRÊJIYÊ LI ROJAVA BIKE'
Li ser navê YPG/YPJ, Rojava axivî û wiha got: “Me soz daye tevahî şehîdên Kurdistanê, heta dawiyê em ê li pey we bimeşin. Ji ber vê jî em wek şervanên YPG/YPJ di çeperên şer de ne.”
'XEBATA RÊBER APO YE'
Ji rêveberên TEV-DEM’ê Hesekê jî bal kişand ser girîngiya Artêşa Demokratîk a Sûriyeyê û wiha berdewam kir: “ Em 7 hevalên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ti carî nikarin şehadeta wan ji bîr bikin. Wan Hesekê ji komkujiyek mezin parast. Ev jî nîşan dide ku bi li Rojava YPG/YPJ çiqasî xurt e. Ev xebat a felsefeya Rêber Apo ye. Gel, projeya xweseriya demokratîk a Rêber Apo qebûl kiriye. Li Bakur, li hember tank û bombeyên dewleta Tirk gelê me yê Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide, li Başûr li hemberî rêveberiyên zilmê, gelê me di nav raperînê de ye û gelê me xweseriya demokratîk dixwaze.”
14’ê Îlonê li Xişmanê, 15’ê Îlonê li Mişefrê ji aliyê dijminên mirovatiyê çeteyên DAIŞ’ê li hember van nuqteyên kontrolê êrîşa wesayîtên bombebarkirî pêk hatibû. Aşkere bibû ku hedefa çeteyên DAIŞ’ê navenda bajar e.”