Ji Babacan sînyala mudaxeleya çalakiya birçîbûnê

Ji Babacan sînyala mudaxeleya çalakiya birçîbûnê

Alîkarê Serokwezîrê Tirk Alî Babacan di daxuyaniya ku Lijneya Wezîran de dayî di derbarê çalakiya birçîbûnê ya li girtîgehan ragihand ku, “Destek dewletê yê bi rehim heye; lê belê li aliyê din hêza pêkanînê jî ya dewletê heye. Pêngavên pêwîst, biryarên pewîst dema demê wê hat emê bi avêjin, bikin.” Bi vî awayî sinyalên mudaxeleya çalakiya birçîbûnê da.

Alîkarê Serokwezîr Alî Babacan daxuyaniya piştî Lijneya Wezîran dayî bersiva pirsên endamên çapemeniyê da. Babacan li ser pirsek derbarê Rapora Komîteya Saziya Rojnamevan û Pêşketina YE di têkildarî azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê de weşandî wiha axivî: “ Rapora pêşveçûnê ya li aliyê komîsyona YE ve hatî amade kirin ji salên berê cûda tenê pêngavên erênî yên hatine avetin kêmek hatin dereng xistin; behtirî xwe raporekî di derbarê hinek mijarên me nekirî, yan jî ber hinek sedeman direng mayî hatiye nivîsîn. Yanî li gorî salên berê ev rapor ji bo me hinekê raporekî bêahenge.”

Babacan behsa rojnamevanên li girtîgehan girtî jî kir û da diyarkirin ku, rojnamevanên niha li girtîgehê piraniya wan karta rojnamevantiyê tuneye, pîşeyê rojnamevantiyê kişande ser karta zer. Babacan îdîakir ku; “sûcdarî û dosyayên derbarê wan de dewam dikin ji peywira rojnamevantiyê zêdetir, xebatekî bi gûmana ketina nava hinek faliyetên xelet û bi van îdîayan tê birêve birin. Her wiha em hewildanekî mezin didin ku Komara Tirkiyeyê bikin dewletek ya hiqûqê.” Babacan got; “Em dibînin gelek welatên endamên YE’yê standartên xwe bixwe pêknaynin. Zagonên ku wan bi xwe danîne xirab dikin, pîvanên xwe bi xwe pêknaynin. Ev di krîterên siyasî de jî heye, di krîterên aborî de jî heye.”

Babacan li ser pirsek ya di derbarê çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dane destpêkirin jî nirxandin kir û wiha axivî: “Hûn dizanin destek dewletê yê birehim heye; lê li aliyê din hêza dewletê ya pêkanînê jî heye. Bi vî awayî em van her du taybetmendiyên dewletê bi şeklek bibandor bikartînin, di mijarên we behs kir de pengavên pêwîst, biryarên pêwîst dema demê wê hat di avêjin û dikîn.” Bi vî awayî sinyalên mudaxeleya çalakiya birçîbûnê da.