Ji Amedê 31 TIR’ên tijî alîkarî ji Kobanê re hatin şandin
Koordînasyona Alîkariyê ya Navendî ya Rojava, di encama xebatên xwe de 31 TIR’ê alavên alîkariyê ji Kobanê re şand.
Koordînasyona Alîkariyê ya Navendî ya Rojava, di encama xebatên xwe de 31 TIR’ê alavên alîkariyê ji Kobanê re şand.
Endamên Koordînasyona Navendî ya Rojava ji bo radestkirina alîkariyan derbasî Kobanê bûn.
Endamên Koordînasyonê yên bi Serokwezîrê Kantona Kobanê Enver Muslim û rêveberiya kantonê re hevdîtin pêk anîn, têkildarî pêdiviyên lezgîn ên herêmê axivîn.
'DIVÊ HÎN BÊHTIR HEWL BÊ DAYÎN'
Endamê Koordînasyonê Yilmaz got, "Bi hewldanên hevalên me Alîkarên Hevşaredaran ên di nava Koordînasyona Alîkariyê de cih digirin re, me 31 TIR ji herêmê re şandin. Gelê me di mijara alîkariyê de bi berpirsyarî radibe. Berxwedana Kobanê bûye hêviya hemû gelan."
Yilmaz diyar kir ku divê hîn bêhtir xwedî li nirxên bi lehengî û fedekariyê hatine qezençkirin bê derketin û got, "Li bajêr hilweşîneke mezin heye. Ji bo tedarikkirina pêwîstiyên lezgîn ên însanî, divê her kesên hestiyar, hîn bêhtir bikevin nava hewldanan. Di vê çarçoveyê de em spasiyên xwe pêşkêşî dikandarên Amedê û her kesên keda xwe di berhevkirina alîkarê de hene, dikin."