Parlamentera HDP'ê Beştaş, qetilkirina gerîlaya YJA Starê Elturk xist rojeva Meclîsê. Beştaş destnîşan kir ku delîlên xurt hene nîşan didin ku Elturk bi saxî hatiye girtin û bi îşkenceyê hatiye înfazkirin.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, der barê îşkenceya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir.
Beştaş got, "Di demeke ku Tirkiye ji şerma rizandina cenazeyên şervanên YPG/YPJ li ser deriyê sînor rizgar nebû de, di 15'ê Tebaxa 2015'an de, bi aşkerabûna dîmenê li dijî mirovahiyê yê îşkenceya li gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) hat kirin re, Tirkiye careke din hejiya."
Beştaş da xuyakirin ku Elturk a di 10'ê Tebaxa 2015'an de hat qetikirin, ku hat ragihandin di şerê li navçeya Mûş Gimgimê de 'jiyana xwe ji dest da', bedena wê hat tazîkirin, li ser bedena wê ya tazî îşkenceyên hovane hat kirin û ji bo teşhîrkirinê avêtin nava kolanê.
Beştaş anî ziman ku yên ev hovîtî kirin, qîma xwe bi vê jî neanîn, rabûn bedena gerîlaya jin a hat tazîkirin û îşkence lê hat kirin, kişandin kamerayê û ev dîmen weşandin û got, "Walîtiya Mûşê di daxuyaniya xwe de qebûl kir ku dîmen rast e û li şûna kesên ev hovîtî kirine de, der heqê kesên dîmen parvekiriye de wê lêpirsîn were destpêkirin.
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku pêkanînên bi vî rengî yên li Rojhilata Navîn bûne nîşaneya barbariya DAIŞ'ê, ji ber ku di şexsê Kevser Elturk de jî hatiye kirin, di wijdanê mirovahiyê de birîneke mezin vebûye û destnîşan kir ku ev yek bûye yek ji nîşaneyên dîrokê yên hovîtiya li dijî jinê, li dijî bedena jinê hatiye kirin.
'DELÎL NÎŞAN DIDIN KU BI BIRÎNDARÎ HATIYE GIRTIN Û BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE ÎNFAZKIRIN'
Beştaş got, "Di serî de jinên bedena Elturk şuştin, şahidên bûyerê gotine, 'Li stuyê Elturk şopa ben a kûr heye. Li pişta wê şikestinên cidî hene. Li aliyê pêş ê bedena wê, ji ber kaşkirina li erdê, birînên kûr vebûne. Ev yek delîlên xurt pêşkêş dike, ku Elturk bi birîndarî hatiye girtin û dûre bi îşkenceyê hatiye înfazkirin."
JI HIKÛMETÊ BERSIVA VAN PIRSAN HAT XWESTIN
Parlamentera HDP'ê ev pirs li Wezîr Ozturk kir:
"Der barê şêweyê mirina Kevser Elturk de li ber destê we kîjan agahî hene? Elturk di şer de jiyana xwe ji dest daye, yan jî piştî ku di şer de bi birîndarî hatiye girtin, bi îşkenceyê hatiye înfazkirin?
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Mûşê tê fêmkirin ku xwedî agahiyên berfireh in. Wezareta Karên Hundir serî li agahiyên Walîtiyê daye? Hûn difikirin ku vê agahiyê bi raya giştî re parve bikin?
Yên ku îşkenceyên li dijî mirovahiyê li bedena bêcan a Kevser Elturk kirin, ew tazî kirin û ji bo teşhîrkirinê avêtin nava kolanê û yên ev dîmen kişandin û li çapemeniyê belav kirin, heman kes in? Ev kes ji aliyê we ve hatiye tespîtkirin? Eger hatibe tespîtkirin, li hemberî wan hewldaneke qanûnî hatiye kirin?
Di serî de hovîtiya di kesayetiya Kevser Elturk de hat kirin, îşkenceyên li dijî mirovahiyê, înfaz, komkujî û êrîşên zayendî yên di rojên dawî de rû didin, konsepta şerê li dijî gelê Kurd e? Ji aliyê wezareta we ve biryareke bi vî rengî hatiye girtin?"