Irmak, Îmam Firat li nexweşxaneyê ziyaret kir
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Îmam Bedrettîn Firat ê rojên bihurî di pevçûneke li Şemzînanê de birîndar bû, li nexweşxaneyê ziyaret kir û serxweşî jêre xwest.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Îmam Bedrettîn Firat ê rojên bihurî di pevçûneke li Şemzînanê de birîndar bû, li nexweşxaneyê ziyaret kir û serxweşî jêre xwest.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak, Îmam Bedrettîn Firat ê rojên bihurî di pevçûneke li Şemzînanê de birîndar bû, li nexweşxaneyê ziyaret kir û şîfa jêre xwest.
Îmam Bedrettîn Firat ê nava hefteyê di pevçûneke li Şemzînanê de birîndar bû li Nexweşxaneya Lokman a Wanê tê dermankirin. Îmam Firat ê rewşa tenduristiya wî ber bi başbûne ve diçe, Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak û Parlamenterê Wanê yê HDP’ê Selamî Ozyaşar serdana Firat kirin û şîfaya xêrê jêre xwestin.
‘DAXUYANIYÊN DI HESABÊN SEXTE YÊN DI TEVNA CIVAKÎ DE TÊNE KIRIN NE RAST IN’
Piştî serdanê Irmak daxuyanî da û got, “Me serdana hevalê xwe Bedrettîn Firat ê beriya 3-4 rojan di çalakiya rê girtinê de birîndar bû kir. Ev bûyereke pir bi êş e. Em êrîşa li hember sîvîlan napejirînin. Bi rastî jî ez dixwazim xemginiya xwe ya di vê mijarê de bînim ziman. Mijareke din a me xemgîn dike jî di bi navê ANF’yê bi hesabên sexte di tevna civakî de daxuyanî ne. Ev tişt qet ne rast in. Bila gelê me ji van bawer nekin. Bedrettîn Firat mirovekî me ye, gelê me jê hez dike. Mirovekî welatparêz e, kesên nûçeyên bi vî awayî didin bi niyetên xerab in. Rêbazên şerê qirêj xistine dewreyê. Ez ji vir dubare dibêjim. Em carek din banga sekinandina vî şerî dikin û di nava hewldana vê de ne.”