Irmak: Divê gelê Kurdistanê Gimgimê bi tenê nehêle

Hevseroka KCD'ê Irmak diyar kir ku dewletê hewl daye bi awayekî zindî mirovan bişewitîne û mirî revandiye. Irmak got, "Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin; hev du bi tenê nehêlin."

Ji heyeta li Gimgimê lêkolîn kir Hevseroka KCD'ê Irmak diyar kir ku dewletê hewl daye bi awayekî zindî mirovan bişewitîne û mirî revandiye. Irmak got, "Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin; hev du bi tenê nehêlin."

Heyeta KCD û HDP'ê ya li Gimgimê lêkolîn kir, li Salona Meclîsa Şaredariya Gimgimê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Parlamenterên HDP'ê Ahmet Yildirim û Bûrcû Çelîk, Hevşaredarên Gimgimê Sabîte Ekîncî û Huseyîn Guneş, hevserokên HDP û DBP'ê beşdar bûn. Li ser navê heyetê Irmak axivî û diyar kir ku wan dîtine li Gimgimê qiyamet rabûye. Irmak anî ziman ku serê sibehê agahiya li ser rêya Xinûsê parçeyên cenazeyan hatine dîtin girtine û li ser vê yekê çûne wê derê û got: "Hê jî hûn parçeyên bedenên mirovan li wir dikarin bibînin. Parçeyên canezeyakî yan jî zêdetir cenazeyan hene. Li aliyê çepê yê darekê çalek çêbûye Di bin darekî de parçeyên cenazeyan hene li gel vê yekê jî me agahî negirt. Eger şer qewimî be encam çi ye, mirî an jî birîndar hene, me agahî negirt."

'XWESTIN MIROVAN BIŞEWITÎNIN'

Irmak destnîşan kir ku li navenda navçeyê kargeheke nehatiye gulebarankirin nemaye, li her derê şopên guleyan hene û wiha berdewam kir: "Dîsa li cihekî dikanek û malek hatiye şewitandin. Mal xera bûye. Agahiya li dortyolê teqîn çêbûye hat. Naverok me nekarî hîn bibin. Me dît malek hatiye şewitandin û li hundirê malê mirov hebûne. Bi vî rengî xwestine bişewitînin. Dayik û bavek û kesekî din heye. Bi şev saet di 11'an de dengê şer tê. Demeke panzer li ber malê disekine hin deng bihistine lê çi hatiye axaftin nehatiye bihîstin. Dema ku derdikevin derve dibînin ku banê malê dişewite, bi zorê xwe davêjin derve. Dîsa dîwarê vê derê qulqulikî ne."

Irmak da zanîn ku li Gimgimê "şeva qatlîamê" hatiye jiyîn lê dewlet dixwaze ser vê yekê bigire. Irmak wiha got: "Em nizanin dewlet li vir çi dike. Kesekî daxuyaniyek neda. Dozger navçe terikandiye, amîrê emniyetê hevdîtin pêk neanî, walî gote li ereziyê ye qaymeqam dibêje wê du rojan neyê. Li vir çi diqewime. Li Gimgimê çi diqewime? Dema qedexekirina derketina derve de amîrên mulkî li vir çi kirin, çend kes hatin kuştin. Ev mirov li ku ne. Ev mejî, por û hestî aydî kê ne? Gelo mirov hatin bombebarankirin? Mafê raya giştî heye ku agahdar bibe. Gelo li vê derê tiştekî nehiqûqî hate kirin ji ber vê yekê daxuyanî nayê dayîn. Qiyamet rabû lê dewlet bêdeng e, dixwaze li ser bûyeran bigire, miriyan direvîne. Em ê serlêdanên pêwîst bikin, em ê der barê qaymeqam, emniyet, dozger û walîtiyê de hewldanên pêwîst bikin. Gelê Gimgimê ne tenê ye. Divê em dengên xwe zêdetir derxînin, eger em bêdeng bimînin qatlîamên bi vî rengî wê bidome."

Piştî daxuyaniyê heyet ji bo lêkolînên xwe bidomîne ji şaredariyê veqetiya.