Irmak: Bi sebra vî gelî nelîzin!
Hevseroka KCD'ê Irmak û Parlamenterê HDP'ê Zeydan giliyê Waliyê Colemêrgê, Midûrê Emniyetê û polîsan kirin.
Hevseroka KCD'ê Irmak û Parlamenterê HDP'ê Zeydan giliyê Waliyê Colemêrgê, Midûrê Emniyetê û polîsan kirin.
Hevseroka KCD'ê Irmak û Parlamenterê HDP'ê Zeydan giliyê Waliyê Colemêrgê, Midûrê Emniyetê û polîsan kirin. Irmak nerazîbûneke tund nîşanî terora dewletê ya li Farqînê da û ji AKP'ê re got, "Ev agir wê we bişewitîne."
Xwendekarên endamên Komeleya Xwendekarên Colemêrgê (CODER), bi armanca şermerzarkirina hewldanên komkujiyê yen li Farqînê û protestokirina tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek lidar xistin, lê belê polîsên Tirk êrîşî çalakiyê kirin. Di vê êrîşê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak û Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan birîndar bûn. Bi armanca şermezarkirina vê êrîşê, tevî Selma Irmak û Nîhat Akdogan bi sedan kes li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê civiyan û dirûşmên "Kurdistanê wê ji faşîzmê re bibe goristan", "TC a dagirker ji Kurdistanê bicehime" qîriyan.
'EV AGIR WÊ WE BIŞEWITÎNE!'
Irmak terora dewletê ya li Farqînê bibîr xist û got, "Rayedar dibêjin, 'Em ê sê taxê li wê derê ji nexşeyê bibin. Em ser û bin bikin, hingî wê pirsgirêk çareser bibe'. Belê heta roja îro we pirsgirêk her tim bi vî rengî çareser kirin. Dihat gotin, 'em binpê bikin, bieciqînin, qir bikin, bikujin, tine bikin, bila pirsgirêk çareser bibe'. Lê belê pirsgirêk bi vî rengî çareser nebû, wê çareser jî nebe."
Irmak di dewama daxuyaniya xwe de got, "Hûn hewl didin vegerin salen 80'yî, 90'î. Îro ew roj e ku gelê Kurd bi gelên Tirkiyeyê re rabûye û hesap dipirse. Hûn ê bi ser nekevin. Hûn ê nikaribin vîna me bişikînin. Hûn bi agir dilîzin. Ev agir wê beriya her tiştî we bişewitîne. Yên ku hewl didin gelê Kurd bi komkujiyan re ji holê rakin, yên hewl didin bi agir çareseriyê peyda bikin, wê di nava agir de biqelin."
ŞERTÊN JI BO ÇARESERIYÊ
Irmak ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destnîşan kir, ku divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, muzakere ji nû ve werin destpêkirin, siyaseta demokratîk esas were girtin û got, "Hûn nikarîbûn bikevin nava Cizîrê, hûn nikarin bikevin nava Farqînê. Sibe dusib dibe ku Kurdistan hemû û Tirkiye bibe Farqîn û Cizîr. Hûn vê yekê bi xwe diafirînin. Bi sebra vî gelî nelîzin. Ji bo teqîna hêrsa gel zemînê neafirînin. Hêrsa vî gelî gelekî tund û tûj e. Berdêla xwe giran jî be, em ê dest ji berxwedanê bernedin."
Encama CODER'ê Guneş Okçû jî destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li hemberî terora dewletê li ber xwe bidin.
Piştî axaftinan ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
Dûre wekîl û heyeta pê re çûn Edliya Colemêrgê û ji ber êrîşê giliyê Waliyê Colemêrgê, Midûrê Emniyetê û polîsên êrîş pêk anîn, kirin.