Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Divê dersa pêwîst ji AKP'ê re bê dayîn
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Divê gelê Kurdistanê bi çalakiyan nîşan bide ku li cem gelê Elkê ye û dersa pêwîst bide hikûmeta AKP'ê.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê: Divê gelê Kurdistanê bi çalakiyan nîşan bide ku li cem gelê Elkê ye û dersa pêwîst bide hikûmeta AKP'ê.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê got, "Li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku cejna pîroz li gelên Tirkiyeyê kir jehr, em bi xwedîderketina li Elkê re berxwedana topyekûn xurt bikin. Divê tevahiya gelê Kurdistanê dengê xwe tevlî dengê Elkê bike, bi çalakiyan re nîşan bide ku li cem e û dersa pêwîst bide hikûmeta AKP'ê."
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê û Erdogan ê xwediyê mejiyê DAIŞ'ê nekarîne xwe li îlana xwerêveberiya demokratîk a çareseriya gel e rabigirin û êrîşên xwe yên faşîst bê navber bi awayekî bêperwa didomînin. Di daxuyaniya însiyatîfê de hat gotin, "Li Cizîrê, li Amed-Sûrê, li Farqîn, Gever, Gimgimê, bi Kurdistanî li gelek cihên Kurdistanê gelê me bi berxwedana xwe ya bi heybet re, bersiva pêwîst daye hêzên kontra-çete yên AKP'ê. Hêzên kontra yên AKP'ê ku li gelek cihên Kurdistanê têk çûn, li Agirî, Gimgim û Cûdî êrîşî şehîdgehan kirine. Êrîşa li hemberî şehîdgehan ku ewladên herî leheng ên gelê Kurdistanê lê radizên, sûcê li dijî mirovahiyê ye û hilanîna tolê ji gelên Kurdistanê ye. Gelê Kurdistanê li dora şehîdgehên xwe dicive û vî sûcê li dijî mirovahiyê nîşanî tevahiya raya giştî ya cîhanê dide, hikûmeta AKP'ê ya bi mejiyê DAIŞ'ê careke din teşhîr dike."
Daxuyaniya Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê bi vî rengî dewam kir:
"Tê zanîn ku êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî hemû nirxên gelê Kurdistanê wê bênavber bidomin. Êrîşa hikûmeta AKP'ê ya di rojên cejna alema Îslamê de li hemberî gelê me yê li Elkê tê kirin, dewama polîtîkaya qirêj ê hikûmeta AKP'ê ye. Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên ku naxwaze fêm bikin ku vîna gelê Kurdistanê bi rêbazên şerê qirêj nayê şikandin û ji hikûmetên beriya xwe dersê dernaxînin, bi destê xwe dawiya xwe amade dikin. Ev dawiya wan gelekî nêz e. Hewldan û gefên hikûmeta AKP'ê yên di nava çirava şerê qirêj de çikiya ye, bi kêr nayên. Çawa ku hilatîna rojê ji rojhilat nayê astengkirin, wê vîna xwerêveberiya demokratîk a gelê Kurdistanê jî nikaribe bê astengkirin. Li ser vê bingehê em bang li tevahiya gelê Kurdistanê û raya giştî ya demokratîk dikin, ku hevgirtina li dora Cizîr, Farqîn û Gimgimê nîşan dan, îro li dora gelê Elkê nîşan bide û berxwedanê bilind bike. Li dijî hikûmeta AKP'ê ya ku cejna pîroz li gelên Tirkiyeyê kir jehr, em bi xwedîderketina li Elkê re berxwedana topyekûn xurt bikin. Divê tevahiya gelê Kurdistanê dengê xwe tevlî dengê Elkê bike, bi çalakiyan re nîşan bide ku li cem e û dersa pêwîst bide hikûmeta AKP'ê."