Înîsiyatîfa Gel a Botanê bang li gelê Botanê kir ku li derdora konên Berxwedana Demokratîk ên ku ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya ku di girtîgehan de hatiye destpêkirin, serhildanan pêş bixin, 30’ê cotmehê jiyanê rawestînin.
Înîsiyatîfa Gel a Botanê der barê greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger ên ku ku 47 roj in di girtîgehan de berdewam dike, de daxuyaniyekê weşand û bang li gelê Botanê kir ku bi serhildanan xwedî vê çalakiyê derbikevin.
Înîsiyatîfê diyar kir ku di vê pêvajoyê de gel çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin û got; “Ji bo gelê Kurd jî ji bilî serhildaneke rêxistinkirî tu şenseke din tune ye. Yekane sekna ku serkeftinê bîne, xeta berxwedanê ya Rêber Apo, û heval Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek e.”
Înîsiyatîfê bal kişand ku greva birçîbûnê ketiye roja 47’emîn û got; “Hêzên mêtînger hîna jî li hemberî yek ji berxwedanên bi heybet ên dîroka têkoşîna me rola sê meymûnan dileyize. Bi berdewamî li hemberî vê berxwedanê heqaretê li gel û nirxên me dike.” Înîsiyatîfê li hemberî van heqaretan bang li gelê Botanê û Kurdistanê kir ku û da zanîn ku bi serhildan û raperînan bersivdana van heqaretan deynê li ser pişta me ye. Înîsiyatîfê got; “Em bi çalakiyên pasîf, daxuyaniyên çapemeniyê, grevên birçîbûnê yên derve nikarin ji hevalên me yên ku di şert û mercên dijwar ên girtîgehan de bedena xwe anîne holê, bibin bersiv. Tişta ku dikeve ser milê me ewe ku em li hemberî sazî-komeleyên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê bi awayeke radîkal têbikoşin û wana ji Kurdistanê derbixin. Divê em bi serhildanan hesabê bipirsin û jiyanê li wan bikin dojeh.”
Înîsiyatîfa Gel a Botanê berxwedana dîrokî ya Botanê bi bîr xist û got; “Di serî de hemû jin û ciwanên bi rûmet ên Botanê, di dîroka me de, çawa me di her pêvajoyê de pêşengiya Serhildanên Gel kiriye, îro jî em xwediyê wê hêz û qûdretê ne. Gava ku ala berxwedan û serhildanê ji serhildanên salên 1990’an yên li Sêrt, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê xurtir bê bilindkirin, wê demê em rola xwe ya pêşengiyê pêk bînin.”
Înîsiyatîfê bang li gelê Botanê kir ku li derdora çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bibin xelek û got:
“Rêrbertiya me û Tevgera Azadiya Kurdan ji bo serkeftina di pêvajoya fînalê de hemû derfetan afirandine. Tenê em dê bi serhildanên bi heybet têkoşîna xwe ya bi rûmet tacîdar bikin. Em bi vê hemleya xwe ve ji her demê zêdetir nêzî azadiya Rêbertî û gelê xwe ne. Li ser vî esasî, divê 28-29’ê cotmehê li derdora konên Berxwedana Demokratîk ên ku dê li hemû bajarên Botanê bên vedan, serhildanan pêş bixin, ji heft salî heta heftê salî hemû Kurdên xwedî rûmet rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih. Em ê 29’ê cotmehê, biqîrin ku em vê komara Tirk a faşîst a ku vê rojê li ser esasê înkara gelê me hatiye avakirin, red dikin. Divê hemû gelê me bi hemû hêrsa xwe ve beşdarî meşên ku dê bi pêşentiya jinan bên lidarxistin bibin. Divê em roja 30’ê cotmehê çalakiya xwe vebiguherînin serhildanan û ji dijminan re bêjin ku em destûr nadin şehadeta hevalên xwe, em dê hesabê vê yekê bipristin û em dê bigihin serkeftinê. Roja 30’ê cotmehê, divê tu esnafên me deriyê dikanên xwe venekin, divê tu kes roja 30’ê cotmehê neçe malê û xwe hepis neke, divê tu kes bi kolanan bê deng û aram nehêlin, divê em bi hemû hêrs û kîna xwe ve li hemberî zalim û mêtîngerê dabikevin qadan û serhildanê pêk bînin û çalakiya xwe vebiguherînin çalakiyên radîkal.”