ÎMO: Pirsgirêkên Wanê hêj nehatine çareserkirin

ÎMO: Pirsgirêkên Wanê hêj nehatine çareserkirin

Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê ya Amedê Turan Kapan, bi minesebata 1’emîn salvegera erdheja Wanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Kapan diyar kir ku tiştên ku pêwîst bû piştî erdhejê werin kirin nehatine kirin û da zanîn ku li navenda Wanê 19 hezar û 518 avahiyên bi giranî xusar dîtine hene.

Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Amedê bi wesîleya 1’emîn Salvegera Erdheja Wanê ku encamê de 644 kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelek kes jî birîndar bûbûn daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyaniya li ber Galeriya Hunerê ya li Sumer Parka Amedê bi beşdariya nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û yên Şaredariya Navçeya Surê hat dayîn.

Serokê Şaxa ÎMO’yê Turan Kapan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku li Wanê hêj êşên gel dikişînê gelek germin. Kapan, anî ziman ku yekemîn erdhej di 23’ê cotmehê de li navçeya Erdîşê pêk hatiye û piştî wê jî di 9’ê sermawêzê jî li navenda Wanê.

Kapan got ku di encama her dû erdhejan de bi giştî 644 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û ji hemû kesên xizmên xwe di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest. Kapan di berdewama axaftina xwe ev tişt gotin: “Wekî Odeya Endezyarên Înşaatê çi ji destê me hat me ji bo gelê Wanê kir. Hemû hevalên em ji bo xusarê tepsît bikin sefer ber bûn. Di encama lêkolînan de me dît ku, avahiyên hatine çêkirin li dijî rêgezên înşaatê hatine çêkirin. Her wiha me her tim bal kişand ser ku zivistanê jiyan di nava konan de nayê derbaskirin. Tu kesî guh neda me û dawiya dawî gelê Wanê neçar ma ku ji bajar koç bike.”

‘HEMÛ ŞAREDAR Û SIYASETMEDARÊN BAJAR HATIN GIRTIN’

Kapan, anî ziman ku di wê pêvajoyê heta niha gelê Wanê hewl daye ku pirsgirêkên xwe bi tenê serê xwe çareser bike û wiha domand: “Wê demê em bûnû şahidê êşek din a gelê Wanê. Di nav de Şaredar Bekîr Kaya jî heyî li bajar gelek şaredar û siyasetmedarên ku hewl didan birînên gel pêçin bi destê daraza siyasî hatin girtin. Lê îktîdara ku hemû siyasetmedar û şaredar girt, ev seleke hêj avahiyên mexdûrên erdhejê çênekirine. Gelê Wanê niha neçare duyemîn zivistana xwe jî di konteyniran de derbas bike.”

LI WANÊ 19 Û 518 AVAHIYÊN BI GIRANÎ XUSAR DÎTINE HENE

Kapan, di dawiya axaftina xwe de daneyên têkildarî encamên erdhejê de jî bi raya giştî re parve kir. Kapan ev agahî dan: “Li gor encama tespîtkirina xusarê; di 162 hezar û 469 avahiyan de lêkolîn hatiye kirin. Li tevahiya bajar 72 hear û 242 mal, bîna. kargeh û axûr wekî hilweşiyayî an jî bi giranî xusar ditiye hat diyarkirin. Hêj jî li navenda bajar 19 hezar û 518 avahiyên xusara giran dîtine hene. Avahiyên ku tê gotin TOKÎ’yê çêkirine hêj nehatine temamkirin. Gelek kêmasiyên van avahiyan hene. Dibistan ev saleke hêj nehatine temîrkirin. Avahiyên TOKÎ’yê gelek bûha didin welatiyan.”