ÎHD: Selamet Yeşîlmen çima hat qetilkirin?
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê, der barê qetilkirina Yeşîlmen de daxuyaniyek da. ÎHD'ê pirsa "Binpêkirina mafê jiyanê jî di nav de, ji hêzên ewlekariyê re erka bêsînor hat dayîn?" ji Walîtiya Mêrdînê pirsî.
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê, der barê qetilkirina Yeşîlmen de daxuyaniyek da. ÎHD'ê pirsa "Binpêkirina mafê jiyanê jî di nav de, ji hêzên ewlekariyê re erka bêsînor hat dayîn?" ji Walîtiya Mêrdînê pirsî.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Mêrdînê, der barê qetilkirina Selamet Yeşîlmen ku li navçeya Nisêbînê di dema "qedexeya derketina derve" de hat qetilkirin, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de qetilkirina Selamet Yeşîlmen a 44 salî, birîndarkirina 2 zarokên wê, ku yek jê giran e û birîndarkirina Yilmaz Tûtak ê bi hawara wan ve çû hat bibîrxistin û ev pirs li Walîtiya Tirk a li Mêrdînê hat kirin:
PIRSÊN BERSIVA WAN JI WALÎTIYÊ TÊ XWESTIN
"Birîndarkirina zarokan bi çi rengî dikare were vegotin?
Çima welatiyê bi navê Yilmaz Tûtak ê bi hawara malbata Yeşîlmen ve çû, hat birîndarkirin?
Hêza we ya operasyonê ya herî nêzî mala welatiya bi navê Selamat Yeşîlmen, çend metreyan dûr bû? Hêzên we yên ewlekariyê, der barê karên xwe yên dema qedexeya derketina derve de raporê dide we? Hêzên we yên ewlekariyê, der barê çek û fîşekên di nava rojê de bi kar tînin, agahiyan didin we? Yan jî di nava rewşeke bêhiqûqî de, binpêkirina mafê jiyanê jî di nav de erka bêsînor ji hêzên ewlekariyê re hatiye dayîn?
Li navçeya Nisêbînê, hêzên we yên ewlekariyê çekên giran bi kar tînin? Di destê we de agahiyeke fermî heye ku çekên giran nayên bikaranîn?
Der barê qetilkirina 2 welatiyan û birîndarkirina 6 welatiyan di navbera 1-6'ê Cotmehê de li Nisêbînê, we heta roja îro lêpirsîneke cidî ya îdarî meşandine? We encam bi raya giştî re parve kirine?"