ÎHD’ê tecrîda li ser Ocalan şermezar kir, xwest bê rakirin

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin rexne kir û xwest hema niha tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. ÎHD'ê destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd tecrîd tê meşandin.

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin rexne kir û xwest hema niha tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. ÎHD'ê destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd tecrîd tê meşandin.

Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê, bi boneya tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar bikin, li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê pêk anî. Serokê Şaxa ÎHD'ê Îsmail Akbulut, bal kişand ser mutabakata Dolmabahçeyê û bandora deklarasyonê. Akbulut, da zanîn ku ji meha Nîsanê heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nikare bi wekîl û heyeta Îmraliyê re hevdîtin bike û wiha got: "Divê demek berî demekê bi Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Ji bo dawî li rewşa kaos û aloziyê bê hevdîtin teqez pêwîst in. Tecrîda tê meşandin li dijî mirovahiyê ye. Ji roja ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê hatiye girtin heta niha li ser Ocalan tecrîd tê meşandin. Tecrîdê her roj kûr dikin û giran dikin. Ev tecrîda ku bi keyfî giran dikin li dijî hiqûq, mafên mirovan û mirovahiyê ye. Di şexsê Ocalan de li ser gelê Kurd tecrîdê dimeşînin. Di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd êrîş pêk tên. Li Tirkiyeyê tecrîd wekî polîtîkaya îşkenceyê tê meşandin. Divê demek berî demekê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.”