ÎHD: Divê dewlet destê xwe ji zarokên Kurdan bikşîne

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê diyar kir ku ligel peymanên navneteweyî li Tirkiyeyê derdorên rastî binpêkirinên mafên mirovan tên zarok in.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê diyar kir ku ligel peymanên navneteweyî li Tirkiyeyê derdorên rastî binpêkirinên mafên mirovan tên zarok in.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê têkildarî binpêkirinên mafên zarokan li ber Abîdeya Ugur Kaymaz a li navçeya Surê daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên Berkîn Elvan, Ceylan Onkol, Yahya Menekşe û gelek zarokên din ên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Endamê Komîsyona Zarokan ê ÎHD'ê Prz. Mahsun Kaya daxuyanî xwend û diyar kir ku mafê her zarokî yê jiyana azad, ewlehî neyê binpêkirin bidomîne heye. Kaya anî ziman ku bi peymanên navneteweyî mafê zarokan ên xwezayî hatine temînakirin û li Tirkiyeyê jî mafên zarokan tên binpêkirin.

'BINPÊKIRINÊN MAFÊN LI HEMBERÎ ZAROKAN BERDEWAM DIKIN'

Kaya da zanîn ku cejna zarokan a ku li Tirkiyeyê tê pîrozkirin weke nîşan didin xweşik û sempatîk nîn e û her sal mafê zarokan ê jiyanê tê binpêkirin, rastî şîdeta fizîkî û psîkolojîk tên, rastî îstîsmara zayendî û mêtingeriya kedê tên.

DI NAVA SALEKÊ DE 106 ZAROK HATIN GIRTIN

Kaya bilêv kir ku di daneyên rapora têkildarî binpêkirina mafên jiyanê yên sala 2014'an hatin amadekirin gelek giran in û wiha got: "444 zarok hatin binçavkirin û 106 jî hatin girtin. Di binçavan de û cihên derveyî binçavkirinê zarok rastî îşkenceyê û muameleya xirab hatin. Di encama şîdeta nava malê û bûyerên civakî de 3 zarokan jiyana xwe ji dest da, 7 zarok birîndar bûn û 17 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin. 12 zarokan întîxar kir û 8 zaroka jî hewildana întîxarê kir. Di sala 2015'an de jî di nav 3 mehan de 3 zarok hatin qetilkirin, 5 zarok birîndar bûn, 3 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û 11 zarokan întîxar kir. 872 zarok jî hatin qeydkirin."

'PARASTINA MAFÊN ZAROKAN BERPIRSIYARIYEKÎ MIROVAHIYÊ YE'

Kaya destnîşan kir ku parazêvaniya mafên zarokan û li hemberî binpêkirinên mafên zarokan têkoşînkirin peywira însanî ya herî sereke ye û divê hemû derdorên civakê li hemberî şîdeta li dijî zarokan tê baldar bin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.

'BILA DEWLET DESTÊ XWE JI ZAROKÊN KURD BIKŞÎNE'

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî jî diyar kir ku divê dewlet destê xwe ji zarokên Kurdan bikşîne.

Piştî çalakiyê zarokan pirtûkên Danezana Mafên Zarokan a NY'ê li welatiyan belav kir. Hate ragihandin ku dê sibê jî ji zarokên girtî re pirtûkan bişînin.