Hat ragihandin ku serokê berê yê navçeya Sûra Amedê Hamît Çelîkkanat li navçeya Pîranê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hat binçavkirin. Heta niha kesê bûyerê negirtiye ser xwe.
Li gorî tomarên ANF’ê di mehên Gulan-Hezîran-Tîrmeh û 13 rojên destpêkê yên tebaxê de herî kêm 81 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Di meha Gulanê de 31, di hezîranê de 7, di Tîrmehê de 21 û di 1-13’ê Tebaxê de jî herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nava vana de qeymeqamek, parlementerek, leşker û karker û mueahîdên di çêkirina qereqolan de dixebitin, hene. Piraniya wan serbest hatine berdan.