BI DÎMEN

Huso: PDK deriyê Sêmalka ji bo fetisandina Rojava bi kar tîne

Xerîb Huso diyar kir, PDK deriyê Sêmalka ji bo fetisandina Rojava bi kar tîne û bang li partiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku li dijî PDK'ê helwestê nîşan bidin.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso, der barê girtina deriyê sînor ê Sêmalka û siyaseta PDK'ê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyên girîng da.

Huso got, "Di navbera welatên cuda de deriyên sînor ji bo pêdiviyên jiyanî û pêkanîna bazirganiyê hene. Lê belê em ji heman gelî ne. Dîroka me, çanda me, zimanê me yek e, em Kurd in. Lê mixabin hem deriyê sînor ê Xabûrê hem jî yê Sêmalka li gorî bazarî û hesabên siyasî tên bikaranîn. Hesabên li ser Rojava di ser deriyê sînor ê Sêmalka re tên kirin." Huso destnîşan kir, ku PDK ji bo pêşî li pêşketinên li Rojava bigire, deriyê sînor ê Sêmalka bi kar tîne.

Xerîb Huso diyar kir, rêveberiya PDK'ê ji vê siyasetê berpirsyar e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ya ku me dêşîne, yên vê dikin Kurd in."

Huso got, "Li Başûrê Kurdistanê hikûmetek nîne. Rêveberiya PDK'ê heye. Lewma deriyê sînor ê Sêmalka veguheriye deriyê sînorê. Ya ku tê kirin, ambargoya li hemberî berxwedan û şoreşa Rojava ye. Deriyan li şoreşa Rojava digirin. Şoreşa Rojava cîhan hejand, bandor li cîhanê kir. Hêzên deriyê Sêmalka kontrol dikin jî, ji bo Rojava bênefes bihêlin, derî girtin. Xendek kolandin, ambargo xistin meriyetê, sînor girtin. Ji bo bandoreke neyînî li jiyana gelê me yê li Rojava bike, ev kirin."

'68 SERLÊDAN LI NÛNERTIYA ME HAT KIRIN, PDK'Ê HEMÛ RED KIR'

Nûnerê PYD'ê Huso diyar kir, gelek kesan ji bo ji nêz ve dîtina şoreşê xwestine biçin Rojava, bi vê armancê serî li wan dane û got, "PDK'ê destûr neda derbas bibin. Di dema dawî de ji rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên însanî yên navneteweyî, doktor, pispor, lêkolîner û rojnamevanan 68 serlêdan li Nûnertiya PYD'ê ya Başûr hat kirin. Xwestin biçin lêkolîn bikin û bi çavên xwe rewşa li wir bibînin. Lê belê rêveberiya PDK'ê destûrê nade ku derbas bibin. Van hemû serlêdanan red dikin. Sêmalka û Xabûr li Rojava girtî ne."

'BILA RAYEDARÊN PDK'YÎ BI WIJDAN BIN, RASTIYAN BÊJIN'

Xerîb nerazîbûneke tund nîşanî PDK'ê da ku nahêle birîndarên Rojavayî di deriyê sînor ê Sêmalka re bên derbaskirin û dermanên hatine berhevkirin ji Sêmalka vedigerîne. Huso da zanîn mijara birîndaran û şandian dermanan însanî, exlaqî û wijdanî ye û got, "Ev yek ferzeke ji ber Kurdbûyîn û welatparêziyê ye."

Huso diyar kir, hevalên wan gelek caran birîndar anîne ber deriyê sînor ê Sêmalka, lê belê asayîşa PDK'ê ew vegerandine û got, "Nehiştin birîndar derbasî Başûr bibin. Bila bi wijdan û rast baxivin."

'PDK'Ê JI BO FETISANDINA ROJAVA SÊMALKA GIRT

Nûnerê PYD'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso got, "Sêmalka ji bo Rojava ya berxwedêr dikare bibe rêya nefesê. Lê belê ew vê yekê bi rengekî berevajî ji bo fetisandina Rojava bi kar tînin" û axaftina xwe wiha dewam kri: "Gelê me yê Rojava li deriyê sînor çalakiyên protestoyî lidar xist. Her tişt li pêş çavan e. Bi koliyan dermanên ji bo tenduristiya zarokan, paqijî, zîret û gelek alavên teknîkî yên tibî li Silêmaniyeyê li cem me ne û em nikarin bişînin. Wezareta Tenduristiyê, wezîfedfarên mulkî yên pêwendîdar erê diki, lê PDK destûrê nade. Her tişt PDK ye. Bi dehan kolî dermanên me şandin, gelek caran ji ser sînor vegerandin."

'PDK'Ê DEST DANÎ SER AMBÛLANSAN, 70 HEZAR KINCAN Û MAŞÎNÊN ŞAREDARIYÊ'

Huso ragihandin, ev 7-8 meh in bi armanca piştgirîdayîna ji Kobanê re, maşînên şaredariyê û ambûlans jî di nav de wan 15 maşîn şandine, lê belê li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatine desteserkirin. Huso diyar kir, 70 hezar kinc ji bo asayîşa Kobanê hatine şandin, lê belê hêzên asayîşa Duhokê dest danîne ser wan.

'TI BANGA ME LI PDK'Ê NÎNE'

Huso da xuyakirin, ku di mijara deriyê sînor de di navbera PDK û wan de ti hevdîtin nehatiye kirin û ti bangeke wan di vî warî de li PDK'ê jî nîne. Huso got, "Em ê çi ji wan re bêjin? Em ê çi bangê li wan bikin? Em ê bangê li kê bikin? Ew jî partiyeke Kurd e. Gelo em ê banga 'werin derî vekin' bikin? Gel xwepêşandanê lidar dixe. Daxwazên xwe bilêv dike. Ew jî dibînin, dizanin û dibihîzin. Em ti bangê nakin. Belê, pêwîstiya Kurdan bi derî heye, lê wê vekin an venekin, wê sînor deynin, dîwaran lê bikin yan na, ew bi kêfa xwe."

BANGA LI PARTIYÊN BAŞÛR: HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN

Huso got, "Dewleta Tirk li Ezaz, Cerablûs, Minbic, Efrînê siayseteke çawa dimeşîne, rêveberiya Başûr jî heman siyasetê li vî alî dimeşîne. Yên ku qîrîna Rojava nebihîze, gelo ez ê çi bangê li wan bikim?" 

Nûnerê PYD'ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso bang li partiyên din ên li Başûrê Kurdistanê kir, ku li dijî vê nêzîkatiya PDK'ê helwestê nîşan bidin.