Parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko, di axaftina xwe ya li 2. Kongreya NAV-DEM'ê de got, "Azadiya Ocalan girîng e, aktorê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e; wê demê ti wateyeke ragirtina wî nîne. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan."
Kongreya 2. a NAV-DEM'ê piştî nirxandina rewşa siyasî, bi axaftina delegeyan û mêvanan dewam dike. Parlamenterê Parlamenta Ewropayê yê ji Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko li kongreyê axivî. Hûnko diyar kir ku bi dest xistina rêjeya ewçend bilind a dengan di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji bo HDP'ê serketineke dîrokî ye û bal kişand ser girîngiya cihgirtina HDP'ê li paralmentê.
Hûnko anî ziman ku beriya hilbijartinan ew çûye Dîlokê û li wir hin karên ne li rê tespît kiriye û got, Li wê derê hînê zext li Kurdan û derdorên din tê kirin. Li bajarên Kurdan zexta dewletê xwe dide xuyakirin. Li Parlamenta Ewropayê me destnîşan kir ku divê Êzidiyên li Şengalê ji aliyê AFAD'ê ve werin parastin. Me hişyarî dan ku pêwîste li wir cihêkarî neyê kirin. Beriya çend salan Tevgera Kurd weke terorîst diaht dîtin, dema me li hemberî vê pêşniyarpirs radestî parlamentê dikirin, me zehmetî dikişand; ji ber ku her kesî qaşo digotin 'PKK terorîst' e. Lê belê di roja îro de hem serketina HDP'ê hem jî berxwedana însanî ya li Rojava, destê me xurt kiriye. Ji ber vê yekê dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî we bikim. Ji bo bi dawîbûna qedexeya li ser PKK'ê me pêşniyarpirs dan, divê PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin. Ji bo Parlamenta Elman û Parlamenta Ewropayê PKK'ê ji lîsteya 'terorê' derxînin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
Hûnko anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorê vê pêvajoyê ye û got, "Azadiya Ocalan girîng e, aktorê vê pêvajoyê Birêz Ocalan e; wê demê ti wateyeke ragirtina wî nîne. Divê Birêz Ocalan tavilê bê berdan."
'HDP JI HEMÛ GELAN RE BÛYE HÊVÎ'
Li ser navê AGÎF'ê Gulbahar Gunduz û li ser navê ATÎK'ê Suleyman Gurcan jî axatineke kurt kirin. Gunduz got, "Ez hemû şoreşgerên niha li Kurdistanê li ber xwe didin silav dikim. Wan çiqasî em kuştin, em ewqasî bûn yek. Projeya biratiyê ya HDP'ê, bend li dîwaran da û xist gorê. HDP hêviya tekane û hêza berxwedanê ya hemû gelan e. Ev berxwedan wê bi serketina jinan û gelê me bi encam bibe."
Gurcan jî got, "Ji bo me serbilindiyeke ku em li vê derê bi we re ne û di nava têkoşîneke hevpar de cih digirin. Beriya niha me di nava NAV-DEM'ê de xebateke hevpar meşand. Ev têkoşîna hevpar hêzê dide me hemûyan. Kongreyê careke din silav dikim û ji we hemûyan re serketinê dixwazim."