Hukûmeta Sûriye: Em amade ne li ser îstîfaya Esad jî biaxivin

Hukûmeta Sûriye: Em amade ne li ser îstîfaya Esad jî biaxivin

Alîkarê Serokwezîrê Sûriyeyê Qedrî Cemîl ragihand ku hukûmet ji bo gotûbêkirina îstîfaya Serokdewlet Beşar Esad amade ye. Cemîl destnîşan kir ku Rojava ji bo destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê li hincetan digere.

Alîkarê Serokwezîrê Sûriyeyê Qedrî Cemîl di serdana xwe ya Moskowê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku Rojava ji bo destwerdana leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê ji xwe re li hincetan digere. Lavrov jî destnîşan kir ku divê dest li Sûriyeyê neyê werdan.

Serokê DYA’yê Barack Obama, roja duşemê da diyarkirin ku ger Sûriye çekên kîmyewî bi kar bîne, dê rê li ber mudaxelekirinê vebike û karanîna çekên kîmyewî weke “xeta sor” bi nav kiriribû.

DEMOKRASIYA BI BOMBEYAN NABE

Sergey Lavrov, piştî hevdîtina bi Endamê Konseya Dewleta Çînê Dai Bingguo û Cemîl re hevdîtin pêk anî daxuyaniyek da û ragihand ku tenê Konseya Ewlekarî ya NY’yê dikare destûra destwerdana Sûriyeyê bide û got ku demokrasiya bi bombeyan nabe.

Cemîl jî da zanîn ku ger destwerdan li hemberî Sûriyeyê pêk bê, bûyer dê ji nava sînorên Sûriyeyê derbikevin û Rojava hişyar kir.

Cemil aşkere kir ku rêveberiya Sûriyeyê bê pêşemerc ji muzakereyan re amade ye û diyar kir ku ew amade ne tevî îstîfaya Esad, der barê her tiştê de biaxivin. Endamê Konseya Dewleta Çînê Dai Bingguo ragihand ku hevkariya Rûsya û Çînê li ser esasê rêgez û huqûa navneteweyî ya hevpeymana NY’yê ye.

Rûsya û Çîn ku endamên herdemî yên Konseya Ewlekarî ya NY’yê ne û xwediyê rayeya vetokirinê ne, her tim li dijî pêkanîn û mudaxeleya li hemberî Sûriyeyê derdikvin.