Hukûmeta Iraqê şîrketên Tirkan naxwaze

Hukûmeta Iraqê şîrketên Tirkan naxwaze

Hukûmeta Iraqê bi hinceta vîzeya wan tune ye, rê neda heciyên ji Tirkiyeyê dixwestin li ser Iraqê re derbas bibin. Piştî vê hukûmeta Iraqê dest bi astengkirina karker û karsazên Tirkiyeyî û wesayitên bi plaka Tirkiyeyê kir.

Nakokiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê her ku diçe kûrtir dibe. Nakokiyên di navbera her du welatan de gihiştin wê astê ku Iraqê dest bi astengkirina xebatên şîrketên Tirkan kir.

Hin karker û karsazên Tirkiyeyi ku nexwestin navên xwe aşkere bikin, dan diyarkirin ku ew ji bo biçin Bexdayê çûne, lê li Kerkûkê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatine astengkirin.

Çavkaniyê da diyarkirin ku destûr nadin ku wesayitên bi plaka Tirkiyeyê bikevin nava sînorên huûmeta Bexdayê û hukûmeta Iraqê zextê li şîrketên Tirkan dike ku îhaleyên xwe di demek zû de biqedînin.

Hate diyarkirin ku ev pêkanînên li hemberî dewleta Tirk, ne bi awayeke fermî, lê bi awayeke nefermî tên pêkanîn.

Beriya demekê hukûmeta Iraqê bi hinceta vîzeyên wan tune ye nêzî hezar û 500 heciyên Tirkiyeyî rawestandibû û şûnde vegerandibûn.