HSD'ê li başûrê Hesekê li dijî DAIŞ'ê dest bi pêngavê kirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da xuyakirin ku li bejahiya başûrê Hesekê ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye, dest bi pêngava azadkirinê kirine.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ku di 12’ê Cotmeha 2015’an de hatibû avakirin û di 15’ê Cotmehê de jî bi civîneke çapemeniyê bi awayekî fermî hatibû îlankirin, li başûrê bajarê Hesekê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pêkhateyên QSD’ê yên wekî hêzên YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Burkan El Furat, El Senadîd, Artêşa El Suwar û komên di bin sîwana van hêzan de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku HSD’ê bi armanca paqijkirin başûrê Hesekê dest bi operasyona xwe ya yekemîn kiriye. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku tevahiya pêkhateyên gelê Suriyeya yê azad digire nav xwe, bi armanca yekbûna tekoşînê, bidawîkirina rewşa parçebûnê ya di nava hêzên leşkerî li Suriyeyê de, danîna stratejiyeke bihêz ji bo rizgarkirina Suriyeyê û parastina gelê wê ji zilm û terorê, pêkanîna wekhevî û azadiyê, avakirina Sûriyeke piralî û demokratîk ku her kes karibe di nav de mafê xwe yê rewa bi kar bîne, azad bijî û bikaribe nasname û fikra xwe li durî metirsiya ji zilm, terorê bîne ziman, hatiye avakirin.

Di vê demê de li qada Suriyeyê pêşketin û pêşveçûn bi lez pêk tên. Di heman demê de mudaxeleyên navdewletî û herêmî yên li ser qadê zêde dibin. Ji bo wê jî avakirina Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) rastî pêvajoyeke hesas hat.

Dema me avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îlan kir, me soz dabû ku em ê tevahiya xaka Suriyeyê ji qirêjiya komên terorê rizgar bikin û gelê xwe ji zilm û terora wan xilas bikin. Ji bo wê, em îro destpêkirina gava yekemîn a xebata xwe ya leşkerî îlan dikin. Di çarçoveya plansaziya rizgarkirina tevahiya xaka welatê me (Sûriye) ji komên terorê, bi tevlêbûna tevahî pêkhatiyên di nava Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) de û bi alîkarî û koordîneya balafirên koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ`ê, em destpêkirina operesyona rizgarkirina gundewarên başûrê bajarê Hesekê îlan dikin.

Operesyona me heya ku em tevahî herêmên başûrê Hesekê yên ku rêxistina terorê ya DAIŞ’ê  dagir kiriye rizgar dikin û ewlekarî û aramiya herêmê pêk tînin dê bidome.

Em bang li tevahî gelê me yê Suriyeyê û bi taybet yê li başûrê Hesekê dikin ku piştgiriyê bidin hêzên me yên ku têkoşîna ji bo rizgarkirin û xilaskirina wan ji zilma çeteyên DAIŞ`ê dimeşînin, bikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku li dûrî wargehên terorîstên DAIŞ’ê bimînin, ji ber ku çete wê hewl didin we wekî mertalên zindî li beramberî derbeyên me bikar bînin û we esîr bigirin.

Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) hêza we ya neteweyî ye, piştgiriyê bidin û tevlî bibin."

Hêjayî gotinê ye ku li başûrê Hesekê cihên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de mane bajarokên Hol, Şedad, El Erîşa û Merkeda ne."

...