HSD ber bi gola Xatuniyê ve pêşde diçe

Li eniya başûr rojhilatê Hesekê (derdora gola Xatuniyê) gundê Hilûl hat rizgarkirin. Li gundê Wensa jî di encama şer û pevçûnan de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Niha yekser Gola Xatuniyê di hedefa Hêzên HSD’ê de ye.

Li eniya başûrê rojhilatê Hesekê (derdora gola Xatuniyê) gundê Hilûl hat rizgarkirin. Li gundê Wensa jî di encama şer û pevçûnan de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Niha yekser Gola Xatuniyê di hedefa Hêzên HSD’ê de ye.

Li eniya bakurê rojhilatê Holê jî Qeriya Elî, Rebîa, Bêt Hesûn, Sefiya ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Li ser rêya di navbera Hol  û Hesekê de jî şervanên HSD’ê 3 km pêşve çûn. Li vê herêmê  gundê Humer El- Şerqiyê hat rizgarkirin. Li vê herêmê di encam pevçûnên ku qewimî de 4 çete hatin kuştin û 2 çete ji di encama bombebarana balafirên koalîsyona navneteweyî de hatin kuştin.

Piştî ku gund hat rizgarkirin çeteyan xwestin bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gund bikn, lê li ser rê li  mayîneke xwe ku berê çandibûn, qelibîn û wesayît hate rûxandin. Di endamê de 6 çete û ajokarê wesayîtê hatin kuştin.

Şer û pevçûnên li her sê xetan didomin