HSD: 493 çete hatin kuştin, qadek ji 1.362 kîlometre çargoşeyî hat rizgarkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)'ê ragihand ku operasyona azadkirina Holê bi dawî bûye û bîlanço aşkera kir. Di vê pêngavê de qadek ji hezar 362 km2 hat azadkirin û 493 çete hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)'ê ragihand ku operasyona azadkirina Holê bi dawî bûye û bîlanço aşkera kir. Di vê pêngavê de qadek ji hezar 362 km2 hat azadkirin û 493 çete hatin kuştin.

Hêzen Suriyeya Demokratîk (HSD) der barê operasyona rizgarkirina Holê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî bi Kurdî û Erebî hate xwendin.

Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Berdevkê HSD’ê Lewend Rojava, ya bi zimanê Erebî jî ji aliyê berdevkê din ê HSD’ê Telal Elî Silo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HSD di 10’ê Cotmha 2015’an de bi armanca yekîtiya hêzên demokrat û welatparêz ên ku li Suriyeyê şer dikin û pêkanîna armancê şoreşê hatiye îlan kirin û 13 hêzên leşkerî di nav de cih digirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li ser vî esasî bi armanca ku komên terorê ji herêmê bêne avêtin, di 30’ê Cotmehê de li başûrê Hesekê operasyon hatiye destpêkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin operasyona rizgarkirina bajarokê Holê, bi rizgarkirina navenda bajarokê re bi dawî bûye, lê operasyon wê li başûrê Hesekê dom bike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku çeteyan di dema operasyonê de 13 fuzeyên ajodar bikar anîne û 4 êrîşên hawanên bi jahrî pêk anîne.

BÎLANÇOYA OPERASYONÊ

Bîlançoya operasyonê jî wiha hate eşkerekirin:

*Qadên ku hatine rizgarkirin

Di operasyonê de qadeke ku hezar 362 km2 ye, hate rizgarkirin. Di nava vê qadê de bajarokên Hol û Xatûniyê û 196 gund û gundik cih digirin.

*Hejmara çeteyên ku hatine kuştin: 493

*Hejmara cenazeyên çeteyan ên ketine dest: 112

* Hejmara çeteyên ku êrîşa xwekujiyê pêkanîne: 4

*Hejmara wesayîtên hatine rûxandin:

Wesayîtên bombebarkirî : 34

Wesayîtên leşkerî: 23

Motorsiklet: 4

*Hejmara wesayîtên çeteyan ên ku hêzên HSD’ê bidest xistine:

Wesayîtên bombebarkirî: 9

Wesayîtên leşkerî: 22

Panzer: 1

Motorsiklet: 4

*Cebilxaneya ku hatiye bidestxistin:

126 kilêş û 16 hezar û 900 guleyên wan, 411 şarjor, 24 BKC û 3 hezar û 300 guleyên wan, 23 zincîrên BKC, 42 RPG (Bisving), 93 roketên RPG û 8 çente, 9 doçkayên 12,5 û 4 hezar û 900 guleyên doçka, 11 zincîrên wan, 5 doçkayên 14,5, 700 guleyên wan û 13 zincîr, 3 doçkayên 23,5 û 536 guleyên wan, hawanên 120 mm û 16 roketên wan, hawanên 82 mm û 37 roketên wan, 3 obusên cehennem, 49 bombeyên destan, 4 bruno û 100 guleyên wan, 5 qernas, yek A4, yek aspiçino, 2 RBK, 7 guleyên tangê, 3 fuzeyên ku germe ferq dikin, 12 bêtêl, 2 durbînên şevê, 7 dûrbîn, 3 demance, 16 çekên M16 û 300 guleyên wan, 26 şarjor, 109 rext.

Hejmara şervanên HSD’ê yên ku jiyana xwe ji dest dane: 33

Hejmara şervanên HSD’ê yên ku birîndar bûne: 53

...