Gerîlayên HPG'ê, piştî ku duh saet di 20:30 de ketin nava navçeya Mûş Gimgimê, piştî şerekî demkurt ê li hemberî polîs û leşkeran, hemû kolanên navenda bajêr xistin bin kontrola xwe. Piştî ku polîs û leşker nîvê şevê xwe vekişandina nava qereqolên xwe, li ser hemû rê û kolanan bi maşînên xebatê xendek hatin kolandin û rê û kolan hatin kontrolkirin. Pira li pêşiya navenda navçeyê hat teqandin û bend li vir hat danîn. Rêyên ji Mûş, Kanîreş û Xinûsê yên tên navçeyê, bi temamî di bin kontrola gerîlayên HPG'ê de ne. Hêza polîs û leşkeran a ji Mûş û Xinûsê bi hawara leşker û polîsên li navçeyê hatin, li cihekî dûrî ketina navçeyê bi cih bûye. Di navbera leşkerên ji aliyê Mûşê ve hatine û gerîlayan de jî şerekî dijwar diqewime.
Hemû kolan û rêyên navçeyê di bin kontrola gerîlayên HPG'ê de ne. Piştî ku Walîtiya Mûşê ragihand ku heta fermaneke duyemîn derketina derve ya li navçeyê hatiye qedexekirin, gerîlayên HPG'ê jî bi rêya telefonê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Gimgimê geriyan û li polîs û leşkeran qedexe kir ku derkevin derve. Gerîlayekî HPG'ê bi rêya telefonê li emniyetê geriya û got, "Li Gimgimê xweseriya demokratîk hatiye ragihandin û hemû kolan di bin kontrola gerîlayên PKK'ê de ne. Li we leşker û polîsan derketina derve qedexe ye. Ji bo ewlekariya jiyana xwe dernekevin kolanan. Ji niha û pê ve Gimgim di bin kontrola gerîlayên PKK'ê de ye."
Li pêşiya navçeya Gimgimê di navbera leşkerên teqwiye û HPG'yiyan de şerekî dijwar diqewime. Leşker û polîsên li navenda navçeyê jî nikarin ji qereqolên xwe derkevin.