HPG-YBŞ: ŞENGAL HAT AZADKIRIN
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û destnîşan kirin ku navenda bajarê Şengalê ji aliyê hêzên wan ve hatiye azadkirin.

Di daxuyaniya her du fermandariyan de hat gotin, "Di Pêngava Azadkirina Şengalê ya ku me di 8'ê Cotmehê de li Şîlo dan destpêkirin, derbên giran li çeteyan hatin xistin. Di 31'ê Cotmehê de me li rojavayê Şengalê dest bi pêngava azadkirina gundan kirin. Û di vê çarçoveyê de duh dest bi azadkirina navenda bajarê Şengalê û gundên wê kirin. Di roja duyemîn a vê operasyonê de em Şengaleke azad diyarî gelê xwe dikin. Û em bi gelê xwe û raya giştî re parve dikin ku Şengal azad bûye. Operasyona me ya li gund û derdora Şengalê dewam dike. Daxuyaniya berfireh wê piştre bê dayîn."