HPG-YBŞ: Li gundên Geliyê Şîlo pêngav hat destpêkirin
Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengale de, ji bo rizgarkirina gundên li derdora Geliyê Şîlo operasyonek hat destpêkirin.
Di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengale de, ji bo rizgarkirina gundên li derdora Geliyê Şîlo operasyonek hat destpêkirin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, da xuyakirin, ku di çarçoveya Pêngava Azadkirina Şengalê de roja 14'ê Sibehê ji bo azadkirina gundên li derdora Geliyê Şîlo, bi pêşengiya hêzên YBŞ'ê operasyonek hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gundê Meydana ji çeteyan hat rizgarkirin, lê hejmara miriyên çeteyan nehatiye zelalkirin. Fermandariyan gotin, "Di vî şerî de heval Newrez ê ku weke Fermandara HPG'ê di rizgarkirina gundê Meydana de roleke mezin lîst, şehîd ket.
Hevalê Newrez yek ji fermandarên me yên pêşeng bû, ku di gava destpêkê ya bexwedana ji bo azadkirina Şengalê de pêşengî dikir. Hevalê Newrez ê ku bi sekna xwe ya dilnizm, bi tevlîbûna xwe ya fedekarî û bi têkoşîna xwe ya biryardar re milîtaneke mînakdar bû, bû yek ji şehîdên vê pêngava dîrokî ya azadkirinê. Wî, li hemberî kesên hebûna gerîla ya li Şengalê dikin mijara nîqaşê, bi şerê xwe yê bi ruhê berxwedana Apoyî û bi dayîna berdêlê ji bo azadiya gelê Kurdistanê, bersiv daye."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çekek Doçka ya 37, çekek B-7, 20 roket, 2 çete, 1 cîhaza biçûk, 7000 fîşekên BKC, 3000 fîşekên Kleşê, 12 bombeyên destan, 2 gewda doçkayê, gelek rext û alavên leşkerî hatine desteserkirin.
NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Nasnamaya gerîlayê jiyana xwe ji dest daye, bi vî rengî ye:
Nasnav: Newrez Hakî
Nav: Newroz Ato
Ji dayikbûn: Heleb
Dê û bav: Xalide-Katvan
Ji destdayîna jiyanê: 14'ê Mijdara 2015 / Şengal