Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya der barê teqîna roja duşemê li Dîlokê pêk hat de û di encamê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan de ragihand ku tu têkiliya wan bi vê bûyerê re tune ye.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya der barê bûyerê de ji ANF’ê re şand de got; “Di 20'ê Tebaxê de li navenda Dîlokê teqînek qewimiye. Him rayedarên dewletê him jî çapemeniya tirk dixwaze vê bûyerê biavêje ser tevgera me. Tu têkiliya hêzên me bi vê teqînê re nîne. Gelê me û raya giştî baş dizane ku tu hewldanên me yên li dijî sivîlan ne mijara gotinê ye. Ji xwe hêzên me li gor bangawaziya KCK'ê ya di cejnê de ji pevçûna dûr sekinandinê tevdigere û pêk tîne. Ji bilî pevçûnên di operasyonan de qewimiye tu hewldanên hêzên me pêş neketiye.”