HPG, Serokê Rêxistina AKP’a Payîzavayê serbest berdide

HPG, Serokê Rêxistina AKP’a Payîzavayê serbest berdide

Hate ragihandin ku, Serokê Rêxistina AKP'ê yê Payîzava Hayrullah Taniş yê ku di 2'yê tîrmehê de li navenda Wanê ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hate girtin dê sibê serbest bê berdan.

Hate ragihandin ku, Serokê Rêxistina AKP'ê yê Payîzava Hayrullah Taniş (46) yê ku di 2'yê tîrmehê de li navenda Wanê ji aliyê gêrîlayên HPG'ê ve hatibû girtin dê sibê ji aliyê heyeta ji ÎHD û MAZLUMDER'ê pêk tê teslîm bê wergirtin. Malbata Taniş 6 caran serî li Şaxa ÎHD'ê, MAZLUMDER û Baroya Wanê dan. Li ser vê yekê heyeta ji mafên mirovan pêk tê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Hate hînbûn ku, heyeta li Dihokê disekine dê sibê bi gêrîlayên HPG’ê re hevdîtinê pêk bînin. Di nava heyetê de li gel rêveberên Navenda Giştî yên ÎHD û MAZLUMDER’ê rêveberên Baroya Wanê û şaxên ÎHD û MAZLUMDER'ê jî cih digirin.

Tê gotin bi Taniş re dê hinek kesên din jî serbest bên berdan.