HPG: Pêwîste sala 35’mîn bibe sala seferbertiyê

HPG: Pêwîste sala 35’mîn bibe sala seferbertiyê

Fermandariya Biryargeha HPG’ê biboneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê dayî de got; “Weke gel û partî dê di sala 35’an de bi bîr û baweriyekî xurt û her wiha bi vê tecrûbe û ezma xwe azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi dest bixîne.” HPG’ê destnîşan kir ku, “Di sala 35’emîn de ji bo bidestxistina azadiyê, di meşandina tekoşîna azadiyê de teqez divê mirov weke saleke seferberiyê bigre dest.”

HPG’ê di peyama dayî de got: “Em weke gerîlayên Kurdistanê ji bo pêngava “Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re Statû” bi serkeftî bigihêje encamê ji hewldanên me yê sala 2012’an de hate nîşandan zêdetir, bi performanseke bilind, em soz didin ku di sala 35’emîn a partiyê de bi ruhê seferberiyê pêşwazî bikin.”

Peyama Fermandariya Biryargeha HPG’ê bi armanca 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê dayî wiha ye:

“Me weke PKK sala 34. a şoreş û berxwedana mezin li pey xwe hişt û em ber bi sala serkeftinê sa 35. ve diçin. PKK bi mîrateya xwe ya dîrokî ku di dîrokê hemkûfê wê kêm in bi vê tecûrbeya xwe ketiye pêvajoya xwe ya herî gihaştî. Weke gel û partî jî di sala 35’an de bîr û baweriya me xurt ku wê bi vê tecrûbe û ezma xwe azadiya Rêber APO û Kurdistanê bi dest bixînin.

Bi vê baweriyê di serî de cejna partiyê ya Rêber APO, gelê me yê berxwedêr, gelên dost, hêzên berxwedêr û demokratîk û hemû rêhevalên me yê bi rik û hêzeke mezin tekoşîna azadiyê gihandina roja me ya îro ji dil de pîroz dikin.

Em şehîdên xwe yê di sala serkeftinê ya 2012’an de li çiyayên Kurdistanê destan nivîsandine, di kesayeta rêhevalên me Êrîş, Andok, Arjîn Garzan, Mahîr Başkale, Celal Başkale, Rojîn Gewda, Mehmet Goyî, Rojhat Batman, Nergîz Cizîr û hemû şehîdên xwe bi minnetdarî bi bîr tînin û bi vê boneyê soza serkeftinê ya me daye wan em careke din dubare dikin.

Di serî de berxwedana li Îmraliyê, li çiyê, li kolanan û herî dawî jî li girtîgahan a bedena xwe ji bo azadî û pêşeroja gelê Kurdistanê li mirinê razandin di hemû eniyên tekoşînê de berxwedaneke topyekûn hate meşandin.

Rastiya sala 34’an careke din bi awayeke zelal nîşanî me daye ku rastiya Rêbertiyê û PKK’ê giyaneke berxwedan û şoreşê û tu hêz nikare li pêşiya vê hêzê raweste. Ev ruh, binxistina her cure dijwariyan, derbaskirina her cure astengiyan û adeta ji nû ve afirandinê di nava xwe de dihewîne. Ev giyan tekoşîneke herdemiye, bangawaziya guherîn û veguherînê ye.

Ev giyan di kesayeta Heqiyan de mirov bang Kurdistanê dike. Ev giyan di kesayeta Halîl Çavgûnan de fermana berxwedan û partîbûyina di xeta APOyî de ye.Ev giyan, di kesayeta Mazlûman, Xeyriyan, Ferhatan de li dijî her cure paşverûtiya faşîşt û komkujer heta hilma xwe ya dawî li xeta APOyî de nûneriya berxwedanê û serkeftinê dike.

Ev giyan di kesayeta Egîd û Bêrîtanan de pêşxistina gerîlatiyê û li her qadê meşandina şerê azadiyê îfade dike. Ev giyan dibe serhildan: di serî de ciwan û jin, raperîna gelê Kurd a ji bo azadiyê îfade dike. Vaye ev giyanê berxwedanê, di sala 34. de me hemûyan bi awayeke wêrek û fedakar ber bi berxwedana mezin ve dikişîne, li beramberî her cure astengî û zehmetiyan de bê navber tekoşînê ji me dixwaze.

Li Kurdistanê rastiya Rêbertiya me û şehîdên me derxistiye holê ku mirov ya rast, baş û bedew biafirîne û jiyaneke nû ava bike. Îro bi vê giyanê li her çar perçeyê Kurdisatnê gel, bi gerîlayên xwe, bi milîtanên PKK û PAJK’ê yên di girtîgehên faşîstan de li ser piyane, hemû gelê Kurdistanê jî li ser piyaye.

Weke gerîlayên HPG’ê di sala 2012’an de Şerê me yê Gel ê Şoreşger di 19’ê Pûşperê de bi Oramar û Şitazinê destpêkir, di 23’ê Tîrmehê de li Şemzînanê berdewam kir, di 4’ê Tebaxê de li Çelê xwe gihan giyaneke pêşketîtir yê êrîşê, gav bi gav li hemû Kurdistanê, ji Botanê heta Amedê, Çewlikê, Serhedê û Dêrsimê belav bû û artêşa faşîst felç kir, pûç kir û bêçare hişt.

Ev ruhê berxwedanê nîşanî hemû kesî daye ku em xwedî şens û derfetên mezin ên serkeftinêne ku tekoşîna azadiyê û şoreşa azadiyê bigihîjînin encamê. Ev salên em tê de ne salên şoreşêne.

Pêvajoya azadiya Rêber APO ya giyan û can daye gelê mê, bi pêngava berxwedanê ya şoreşgerî ya 2012’an destpêkiriye. Ji bo di sala 2012’an de ruhê berxwedanê derxîne asteke jortir û bi serkeftinê tacîdar kirin wezîfeya me ya hemûyane.

Em vê rastiyê bi yek gotinê dikarin weke seferberiya topyekûn binav bikin. Em tevgera azadiyê û gelê evîndarê azadiyê bi vê ruhê seferberiyê, di nîzama seferberiyê de tekoşînê bimeşînin.

Di sala 35’emîn de ji bo bidestxistina azadiyê, di meşandina tekoşîna azadiyê de teqez divê mirov weke saleke seferberiyê bigre dest.

Em jî weke gerîlayên tevgera azadiyê em aşkere dikin ku hemû erk û wezîfeyên bikeve ser milê me bi fedakarî pêk bînîn. Em vê ji gelê xwe û ji hemû raya giştî ya cîhanê re dubare dikin.

Em weke gerîlayên Kurdistanê ji bo pêngava “Ji Rêber APO re azadî û ji Kurdistanê re Statû” bi serkeftî bigihêje encamê ji hewldanên me yê sala 2012’an de hate nîşandan zêdetir, bi performanseke bilind, em soz didin ku di sala 35’emîn a partiyê de bi ruhê seferberiyê pêşwazî bikin.

Dubare salvegera 34’emîn a partiyê di serî de ji şehîdên me yê leheng, ji Rêbertiya me, ji Gelê me û li hemû rêhevalên me yê li eniyan tekoşînê dimeşînin û ji şervanên me yê azadiyê re pîroz be.

Em weke hêzên HPG’ê di sala 35’emîn a partiyê de em soz didin ku em ê hemû erk û wezîfeyên dikeve ser milê me û tekoşîna azadiyê bi ruhê seferberiyê bimeşînin”